Çile 12, 2017 11:49 Asia/Tehran
  • Berdevkê HDP`ê: Mîrata Rewşa Awarte qedexeya Zimanê Kurdî û saziyên çandî ye

Berdevkê Partiya Dêmokratîk a Gelan li Tirkiyê (HDP) ragihand: Mîrateya ragihandina Rewşa Awarte li Tirkiyê qedexebûna zimanê kurdî û morkirina navendên çandî yên kurdan e.

Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê Zer News`ê, Ayhan Bîlgen berdevkê Partiya Dêmokratîk a Gelan li Tirkiyê (HDP) ku bi nebûna hevserokên vê partiya anku Selahedîn demîrtaş û Fîgen Yûksekdax, li civîna HDP`ê diaxivî, got: Tenê çaverêtiyeke me ji dewleta Tirkiyê heye û ew jî qebûlkirina vê yekê ku kurd li navçeyê xwedana statûyekê ne. Tenê ji ber viya ye ku Tirkiyê siyasetvanên kurd dîl girtine.

Wî di dewama gotinên xwe da bal kişande ser morkirna lijneyên kurdî li Tirkiyê û got: Enstîtûya Zimanê Kurdî hat morkirin. Lijneya Êkolojiyê (Rojhilat û Başûr-rojhilata Tirkiyê) hat desteserkirin. Lijneya çandî ya Rêwiyên Ramanê hat desteserkirin. Mîrata Rewşa Awarte li Tirkiyê evna bûn. Tenê ji ber bikaranîna zimanê kurdî holên şano û nîşangeh hatine girêdan. Ev bi tenê nîşan didin ku Rewşa Awarte li Tirkiyê çi tişt girtine ber xwe. Mamoteyên zanîngehan bêyî ti egerekê ji karên xwe tên derxistin. Sûcê wan axaftina li bara aştiyê ye.

Ayhan Bîlgen bi bîr xist: Reftara me li warê pêşnûmaya Qanûna Bingehîn li parlimanan Tirkiyê dê heman be ku me li nav kolan û civînan bi dengê xwe ragihand. Em bersiva `Na` didin vê Qanûna Bingehîn. Ev `Na`ya me dê welêt ji şerekî mezin bifilitîne.