Kanûn 06, 2016 20:07 Asia/Tehran
  • Çvdêra Mafên Mirovan: Tirkiye 163 welatiyên sûrî kuştine

Saziya Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, roja sêşemiyê ragihand ku hêzên sînorvaniya Tirkiyê, ji destpêka îsal va heya niha 163 welatiyên sûrî kuştine.

Li gorî rapora malpera rojnama El Quds El Erebî`yê, Saziya Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, bi weşandina daxuyaniyekê herwiha ragihand: 31 kes ji kesên ku hatine kuştin, zarok in û 15 kes jî jin in.

Di vê daxuyaniyê de hatiye ragihandin, di 12`ê Çileya 2016`an de, yekemîn welatiyên sûrî dema hewldana jibo çûyîna ber bi axa Tirkiyê ji parêzgeha Hesekê va, ketin ber gulleyên rasterast ên hêzên sînorvaniya Tirkiyê û hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya hanê, hêzên sînorvaniya Tirkiyê ber bi malbat yan komên ku hewl didan ji xeta sînorî ya parêzgehên Heseke, Reqe, Heleb, Idlib û Laziqiyê re derbas bibin, gulle davêjin.

herwiha bi dehan kes ji welatiyên sûrî, ji aliyê hêzên sînorvanî yên Tirkiyê ve birîndar bûne yan jî hatine girtin.

Şerrê Sûriyê, di sala 2011`an û bi piştevaniya pereyî û bi çekan a welatên rojavayî û hin welatên navçê ji komên terorîst, li vî welatî dest pê bû û heya niha bi sedan hezar kes bûne gorî.