Gotinên berdevkê serokkomariya Tirkiyê li bara Sûriyê
Berdevkê serokoamriay Tirkiyê îdia kir ku li Sûriyê bi zûtirkê navçên ewleh were avakirin.
Li gorî rapora îro ya Fars Newsê, Îbrahîm Kalîn berdevkê serokomariya Tirkiyê tevî daxwaza jibo tiştê ku wî weke pêkanîna destxwe ya navça ewleh û tamponê li Sûriyê da zanîn, bêdengiya welatên cîhanê li hember qeyrana Sûriyê jî rexne kir .
Kalîn li nivîsekê li rojnama Daily Sabahê bal kişand ser vê yekê ku Heleb di nava êgir de dişewite û cîhanê jî bi bêdengî lê dinêre û îdia kir ku Tirkiye daxwaza destxwe avakirina navçên ewleh li Sûriyê dike. Li gorî gotina wî bêdengiya civaka cîhanî li hember Sûriyê tenê dewleta Esed bihêz dike û dibe sedem gefa DAIŞê li xisarên wê li Sûriyê berfirehtir bibin.
Derûdorên rexnegirê dewleta Tirkiyê ji ber pêşîna piştgiriya vî welatî ji DAIŞê ser vê bawerê ne ku rayedarên dewleta Enqerê li dû pînekirina reftara siayseta derve ya Tirkiyê li Sûriyê ne.