Kurtulmûş: Tirkîye rê nade Sûrîye perçe bibe
Îlon 26, 2016 19:07 Asia/Tehran
Alîkarê serokwezîrê Tirkîyê pêgîrî dike ku ev welata rê nade Sûrîye perçe bibe.
Li gorî rapora nûçegihanê me, Nuiman Kurtulmûş li civîneke rojnamevanîyê li Enqerê got: Gundên ser sînorê Sûrîyê divê ji komên têrorîst ên kurd bên valakirinê.
Wî îdia kir: Armanca Enqerê vegerandina niştecihên sereke yên wan deveran e ku kurdan û DAIŞ`ê ew dagir kiribûn û Tirkîye li Cerablosê jî vê armancê dişopîne.
Alîkarê serokwezîrê Tirkîyê Em li dijî hebûna kurdan li bakûra Sûrîyê nînin lê, em dizanin ku hewldana komên têrorîst ên PYD`ê û YPG`ê jibo pêkanîna kemberekê li vê deverê yê bibe sedema perçebûna Sûrîyê û Tirkîye vê îznê nade.