Baxliq gundekî tirkmennişîn li navçeya Cergelanê ya Parêzgeha Xorasana Bakur e. Goristana vî gundî ji goristanên kevn ên Xorasanê û şeklê wê jî ciyawaz e ji goristanên berbelav li Îranê; ji ber vê yekê ev goristan ji 10 goristanên ecêb û sirrbar li welêt tê hesab. Ev goristan dûrî gund û li ser girekê ye û hûrgiliyên kesê binaxkirî li ser stûnên darîn ên tik hatine tomarkirin û ji ber vê yekê di yekem awira li vê goristanê, dîmenê baxekî ku darên
Îsa Qulîpûr ji pêşengên mûzîka muqamî li Xorasana Bakur emrê Xwedê kir. Rêûrisma oxirkirina meytê Mamoste Îsa Bexşî roja Şemiyê ji ber Salûna Gulşenê ya Bijnûrdê pêk hat.
Di yekem roja pêşbirkên boksa mezinan a welêt de, 2 boksorên Xorasana Bakur bi navê Mihemed Nûranî di kêşa 71 kîlogramê de karîbû benda nûnerê Fars derbas bike û Emîn Qerebaşlû di giraniya 92 kg ê hevrikekî xwe ji parêzgeha Qezwînê wêde bir.
Berhevkirin û hilberandina silqan li zeviyên Parêzgeha Xorasana Bakur berdewam e. Îsal tê berawirdkirin ku 100 hezar ton silq li zeviyên vê parêzgeha bakurê rojhilatê Îranê were berhevkirin.
Hunermendê Kurd ê ji Xorasana Îranê Haşim Ferhadî klîpa xwe ya bi navê 'Zirav' belav kir.
Şaristanên cacerm û Sferayînê li Parêzgeha Xorasana Bakur ji cemserên berhemanîna fistiqê li rojhilatê Îranê ne.
Di bereberê şehîdbûna Îmam Reza (S) karwanê siwarên hespan ê Herem-Heta-Heremê ji mezargeha Îmamzade Seyid Ebbas Ibni Mûsa Cefer (S) li Bijnûrda navenda Xorasana Bakur ber bi Mezargeha Îmam Reza (S) li bajarê Meşheda navenda Xorasana Rezewî va bi rê ket. Ev karwan pêkhatî ji 35 siwaran û 15 hespan ji şaristanên Bijnûrd, Mane û Similqan û Raz û Cergelanê ye.
Baxşî jenyarên dotarê ne ku ji nifşekî bo nifşê din berhevokek exlaqê, efsane, helbest û wêjeyê ji gel re vedibêjin. Piraniya bexşiyan ji Bakurê Xoresanê û bi taybetî li bajarên Qûçan, Bijnort, Şîrwanê ne
Rêûrisma Aşûraya Îmam Hisên û "Şamê Xerîban" roja Înîyê, 28ê Tîrmehê li guindê Rûyînê yê Şaristana Sferayînê li parêzgeha Xorasana Bakur, bakurê rojhilatê Îranê hat lidarxistin.
Dîmenên cûrbicûr ji jîyana koçerên Kurmanc li Bakurê Xorasanê. Koçerên Kurmanc jiyana xwe ya koçeriyê li zozanên du parêzgehên Xorasana Bakur û Xorasana Rezewî derbas dikin û beşeke wan jî di demsala sar da berê xwe didin Parêzgeha Gulistanê ya bakurê Îranê.