• Li taxa Kaynartepe ya Amedê 1354 xanî têne xirakirin

    Çirî 27, 2020 09:57

    Li taxa Kaynartepeya Baglara bi ser Amedê ve, Wezareta Bajarvaniyê biryar girt ku hezar û 354 xaniyên kevin xira bike û li wê taxê avahiyên nû lê bike.

  • Li Sûra Amedê; Xelk piştî 5 salan derket ser Birca Keçikê

    Çirî 26, 2020 18:59

    Birca Keçikê ya li Sûra Amedê ji ber qedexeya derketina li Sûrê ev 5 sal bûn serdana wê qedexe bû. Piştî 5 salan ku xala kontrolê ya polîsan hat rakirin, welatî herikîn Bircê û serdana wê kirin.

  • Fûtbala Tirkiyê; Reqîbên Amed, Diyarbekir, Van û Cizre Sporê diyar bûn

    Çirî 24, 2020 07:29

    Ji bo Dora 3'yemîn a Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyê îro pişke hat kişandin. Tîmên bajarên kurdan Amed, Diyarbekir, Van û Cizre jî di nav de bûn û reqîbên wan diyar bûn.

  • Amed- Hevserokên HDPê hatin desteserkirin

    Çirî 23, 2020 17:47

    Li Diyarbekirê (Amed) duh pêcşemê 22ê Cotmehê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Diyarbekirê û navçeya Bajarê Nû, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve operasyoneke hemwext hat kirin û hevserokê bajarê Diyarbekirê Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen û hevserokên HDPê yên navçeya Bajarê Nû ya Diyarbekirê Qasim Kaya û Remziye Sizici hatin desteser kirin.

  • Dadgeha Amedê hilkolandina doza Tahîr Elçî dîsa paşda xist

    Çirî 21, 2020 23:01

    Dadgeha doza Tahîr Elçî, daxwaza redkirina dadwerê dadgehê ji bo Dadgeha Bilind şand û rûniştina dozê jî ji bo 3ê Adarê hat paşxistin.

  • Îro li dadgeha Amedê doza kuştina Tahîr Elçî birêve diçe

    Çirî 21, 2020 12:36

    Li dadgeha Amedê îro doza kuştina serokê berê yê Baroya Amedê  Tahîr Elçî birêve diçe. 3 polîs û kesekî din weke tometbarên kuştina Tahîr Elçî wê bêne darizandin.

  • Amed; Ji bo bîra civakî belgefîlma Heskîfe kişand

    Çirî 20, 2020 16:36

    Derhêner Elîf Yîgît derbarê belgefîlma xwe ya Heskîfê de diyar kir ku ji bo bîra civakî neyê jêbirin biryar daye ku belgefîlmeke wisa bikişîne û got: “Dema min di televîzyonê de dît ku pêvajoya xerabkirina Heskîfê dest pê kir, Palmîraya ku DAÎŞ'ê ji holê rakir hat bîra min û bandoreke mezin li min kir.”

  • Danişîna doza Tahir Êlçî piştî 5 salan sibê dest pê dike

    Çirî 20, 2020 15:08

    Piştî kuştina Tahir Êlçî 5 al şûn ve danişîna ewil a doza derbarê 3 jê polîs ku 4 bersûc tên darizandin wê were lidarxistin. Hevjîna Êlçî, Turkan Elçî got “Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina wî mirinek tesadufî ye.”

  • Li Amedê operasyon: 354 malper hatin astengkirin

    Çirî 18, 2020 17:14

    Li parêzgeha Amedê ya kurdên Tirkiyê di operasyoneke çavdêriya civakî de bi hincetên cuda cuda 354 malper hatin astengkirin.

  • Li Liceya Amedê wextê mehseran

    Çirî 18, 2020 10:36

    Li navçeya Licê wextê ser mehseran dest pê kir. Şêniyên navçeyê dest bi çêkirina dims, benî û bastêqê kirine.