Li Amedê agir bi daristanê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i356478-li_amedê_agir_bi_daristanê_ket
Li gundewarên navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê şewat derket.
(last modified 2025-10-04T12:46:24+00:00 )
Çirî 04, 2025 16:14 Asia/Tehran
  • Li Amedê agir bi daristanê ket

Li gundewarên navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê şewat derket.

Li gundewarên navçeya Pîranê ji ber sedemeke ku hîn nehatiye zanîn şewat derket.

 Birêvebirya Karên Daristanan, tîmên vemirandinê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn herêma şewatê.

Hat ragihandin ku şewat ji cihên niştecihbûnê dûr e û xebatên tîman ên ji bo kontrolkirina agir didomin.

Her wiha hat eşkerekirin ku helîkopterek ji hewayê tevlî xebatên vemirandina agir bûye.