Îlon 20, 2020 09:59 Asia/Tehran
  • Kampa Holê; 700 hewldanên revê yên malbatên DAIŞ'î ji kampa Holê hatin têkbirin

Hawar Newsê nivîsiye: "Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku hêzên wan ji sala 2019'an heta niha ve, 700 hewldanên revê yên malbatên çeteyên DAIŞ'ê ji kampa Holê têk birin û destnîşan kir ku "Tirkiyê hewl dide bi pereyan çeteyan birevîne"."


Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" berî çend rojan hewldana revê ya jin û zarokên çeteyên DAIŞ'ê yên di kampa Holê de têk birin.

Kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê di sala 1991'ê de ji aliyê "Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Karûbrên Koçberan" ve bi hevkariya hikumeta Şamê hate avakirin. Kamp ji bo pêşwazîkirina penaberên Iraqê yên ku di encama şerê Kendavê yê duyemîn de (Tebaxa 1990-17'ê Çileya 1991'an) reviyan hat avakirin.

Dema destwerdana Amerîkayê ya li Iraqê sala 2003'an û derxistina iraqiyan bi hezarên filistîniyên dûr ji xaka xwe, kamp dîsa xistin xizmetê.

Bi destpêka aloziya Sûriyê re, çeteyên DAIŞ'ê navçeya Holê dagir kirin û veguherand navendeke sereke ji bo derbasbûna çeteyan di navbera Sûriyê û Iraqê de. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya ku Cotmeha 2015'an de hate avakirin, di mijdarê de Hol rizgar kir.

Piştî rizgarkirinê, kampa Holê careke din di Adara 2016'an de ji aliyê "Rêveberiya Xweser" ve ji bo pêşwazîkirina koçberên Sûriyê yên ji ber şerê di navbera hikumetê û komên çete de reviyan, hate vekirin.  Her wiha pêşwaziya penaberên Iraqê yên ji ber êrişên çeteyên DAIŞ'ê reviyan kir.

Di Adara 2019'ab de û bi pêngava tunekirina DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên ku xwe radestî QSD'ê kirin, li kampê hatin bicihkirin.

Di kampê de derdora 40 hezar jin û zarokên DAIŞ'î yên ji 53 dewletan hene.

'BI ÊRIŞÊN Artêşa Tirkiyê RE HEWLDANÊN REVÊ ZÊDE BÛN'

Gelek caran jin û zarokên DAIŞ' yên kampê hewl dan birevin. Hewldanên revê bi êrişên Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê re yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku di Cotmeha 2019'an de dest pê kirin, zêde bûn.

Ya balkêş e ku piraniya hewldanên revê bi alîkariya dewleta Tirk tên pêkanîn. ANHA'yê nameyên jinên DAIŞ'ê yên ku hewl didan birevin belav kirin. Jinên hewl didin birevin û ji aliyê Hêzên Ewlekariyê ve hatin girtin, li xwe mikur hatin ku têkiliyên wan bi çeteyên li herêmên dagirkirî mîna Ezaz, Cerablus, Idlib û Babê û qaçaxçiyên li wir hene da ku wan derbasî Tirkiyê bike.

 

'TIRKIYÊ LI XWE MIKUR HAT KU JINÊN DAIŞ' JI KAMPÊ REVANDINE'

 Îstixbarata Tirkiyê di Tîrmeha borî de mikur hat ku jina DAIŞ'î ya Moldovî Natalia Barkal û çar zarokên wê ji kampa Holê revandin.

Li ser mijarê, berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen diyar kir ku hewldanên revê ji kampa Holê ranewestiyane, ev hewldan piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbasî şerê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê bûn, girtina malbatên DAIŞ'î di kampê de û ragihandina serkeftina QSD'ê li dijî DAIŞ'ê li bajarokê Baxozê pêk hat.

Hesen destnîşan kir ku piştî êrişên Cotmeha 2019'an ên Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldanên revê yên malbatên DAIŞ'î zêde bûn û got, jinên DAIŞ'î hewl dan sûdê ji êrişê werbigirin û di wê demê de alozî li kampê derxistin, kesên ku dixwestin îdeolojiya DAIŞ'ê terk bikin dikuştin û hewl didan birevin.

'HEWLDANÊN REVÊ 700 DERBAS KIR'

 

Hesen eşkere kir ku hejmara hewldanên reva ji kampê ya malbatên çeteyên DAIŞ'ê 700 derbas kir û ji aliyê Hêzên Ewlekariyê ve hatin têkbirin.

Her wiha destnîşan kir ku hêzên wan zêdeyî 100 kesên ku beşdarî hewldanên revandina jin û zarokên DAIŞ'î bibin girtin û sewqî edaletê kirin.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku hêzên wan heta asteke mezin ev hewldan bi sînor kir û got: "Bi baldarbûna tevdîrên hêzên me yên berpirsyarî parastina kampê gelek hewldanên revê hatin têkbirin û şaneyên berpirsyar ên têkiliyên wan bi derve re hene, hatin eşkerekirin."

 

 

Serepeyv