Artêşa Tirkiyê û grupên biser ve, gundên Girê Spî û Til Temirê topban dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313186-artêşa_tirkiyê_û_grupên_biser_ve_gundên_girê_spî_û_til_temirê_topban_dikin
Medyayên bakura Sûriyê ragihand ku Artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên girêdayî wê, gundên Evdiko û Ehmedî yên Girê Sipî û gundê Om Elkêf yê Til Temirê topbaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 14, 2020 07:58 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û grupên biser ve, gundên Girê Spî û Til Temirê topban dikin

Medyayên bakura Sûriyê ragihand ku Artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên girêdayî wê, gundên Evdiko û Ehmedî yên Girê Sipî û gundê Om Elkêf yê Til Temirê topbaran kirin.

Li gor vê nûçeyê, Artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên girêdayî wê ku bakura Sûriyê dagîr kirine gundê Om Elkêf li Til Temirê û gundên Evdiko û Ehmedî yên Girê Sipî topbaran kirin, bêyî ku ziyanên wê êrîşê eşkere bikin.

Herweha Medyayên bakura Sûriyê belav kirin ku topxaneyên Tirkiyê gundên Mer'enaz û Malikiye û Şewarxe û Qel'et Şewarxe yên girêdayî nahiya Şeran li Efrînê û gundê Simuqe û bendava Şehba li gundewarên Helebê kirin armanca êrişên xwe.

Her wiha di çarçova van êrişan, Artêşa tirk û çekdarên ser bi wê gundê Qibûr Qerajîna yê girêdayî Bakurê navçeya Til Temir bi obusan topbaran dikin. Di  encama topbaranê de malên gundiyan şewitîn û gundî neçar man ku ji malên xwe derbikevin.

Dewleta Tirkiyê di çarçova guhertina demografiya navçên kurdnişîn de mal û avahiyên kurdên Sûriyê ji erd û esmîn têxin ber êrişan da ku wan neçar kin terka malên xwe bidin da ku terorîst û kesên ser bi dewleta Tirkiyê dewsa wan bi cih û war bikin.