May 14, 2018 12:08 Asia/Tehran
  • Dîsa terorîstên ASAyê li Efrînê kurd revandin

Hat ragihandin ku terorîstên Artêşa Sûriya Azad (ASA) li bajarê Efrînê keçeke kurd û 4 welatiyên sivîl revandin.

Malpera Rudawê ji zarê çavkaniyên herêmî ragihand, çekdarên Artêşa Sûriya Azad (ASA) û hêzên Tirkiyê li taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê keçeke kurd a bi navê Xedîce revandine.

Çavkaniyeke din jî ji Efrînê radigihîne ku 4 welatiyên sivîl ku 3 zilam û zarokek in, ji aliyê çekdarên ASAyê ve hatine revandin. Çavkanî nasnama wan kesan û cihên nîştecihbûna wan jî eşkere kir û got: "Ebdulrehman Misto yê 16 salî ji gundê Kaxrê yê ser bi Mabata û Hikmet Heyder Remedan ji gundê Hecîko yê ser bi nahiya Reco û Reşîd Mistefa û kurê wî Reşîd ji gundê Mişhelê yê ser bi nahiya Şera ve ji aliyê çekdaran ve hatine revandin."

Bi gotina heman çavkaniyê, heta niha çarenivîsa wan kesan ne diyar e û ti zanyarî li ser wan kesan nehatiye zanîn. Herêma Efrînê ji roja 18ê Adara îsal ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û terorîstên ser navê Artêşa Sûriya Azad dagîr bûye û hêzên tirk û terorîstên hanê dest avêtin talankirin û dizîna mal û heyiya kurdên herêmê.