May 04, 2024 09:20 Asia/Tehran
  • Hangarî: Nakokiya rasterast a NATOyê bi Rûsiyê re tê wateya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn

Wezîrê Karên Derve yê Hanagriyê fikra Serokomarê Fransayê derbarê şandina hêzên leşkerî ji bo Ukraynê xeternak bi nav kir û ew red kir.

Pîtêr Siyarto di bersiva fikra Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron derheq şandina hêzên leşkerî ên NATOyê bo Ukraynê, ev yek weke derbaskirina xeta sor bi nav kir.Dîplomatê payebilind ê Hangariyê herwiha hişyarî da ku hebûna hêzên leşkerî yên Ewropî li Ukraynê dê bibe sedema şerê cîhanî yê sêyemîn.Ciyarto derbarê fikra Mecron de wiha got: Ev tê vê wateyê ku me xeta sor a NATO’yê derbas kiriye.  Pevçûna rasterast bi Rûsiyê re dê dest pê bike û ev tê wateya şerê cîhanê yê sêyemîn.

Siyarto di berdewamiya axaftina xwe de got ku li şûna şandina leşkeran bo Ukraynê, divê rojava pladana darêje ku dê çawa muzakirên  aştiyê di navbera Moskow û Kîyev de organîze bike.Fikra şandina hêzênleşkerî  bo Ukraynê ji bo şerê li dijî Rûsiyê berê ji hêla hevalbendên NATO yê Fransa ve hatibû red kirin.

Serepeyv