May 04, 2024 09:33 Asia/Tehran
  • Dilnigeraniya Gotêrêş ji ber kuştina hejmareke zêde ya rojnamevanan li Xezeyê

Sekreterê giştî yê NY got ku ew ji ber hejmareke zêde ya rojnamevanan ku di encama şerê berdewam yê Îsraîlê li Zîvala Xezeyê jdi dereqa şeş mehan de şehîd bûne, matmayî mane.

Antonyo Gotêrêş  di daxûyaniyekê bi boneya roja cîhanî ya azadiya rojnamevaniyê  herwiha tekezî  ser pêwîstiya piştevaniya rojnamevan û xebatkarên medyayê û giringiya rola wan di agahdarkirin û perwerdekirina xelkê de kir.Rêxistina Zanistî û Perwerdehiyê ya NY(UNESCO) jî xelata azadiya rojnamevaniyê ya sala 2024an pêşkêşî hemû rojnamevanên li Zîvala Xezeyê kir.

UNESCO di daxuyaniyekê de tekez kir ku dayîna vê xelatê bo rojnamevanên Xezeyê vê rastiyê nîşan dide ku di dawiyê de azadiya rojnamevanan dê Filistîn pêk were. Di êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê heta niha zêde ji 140 rojnamevan û xebatên medyayê şehîd bûne.

Serepeyv