May 04, 2024 09:47 Asia/Tehran
  • Cezayîrê daxwaza lidarxistina civîna Konseya Ewlehiya derbarê gornên komî li Xezeyê kir

Medyaya Rûsî ragihand ku Cezayîrê daxwaza lidarxsitina civîna Konseya ewlehiyê ya NY derbarê peydakirina gornên komî li Xezeyê kiriye.

Ajansa nûçeyan a Sputnikê roja şemiyê ragihand ku Cezayîr weke endameke ne daîmî ya Konseya  Ewlehiyê dixwaze ev  civîn li pişt deriyên girtî were lidarxistin.Rayedarên Filistînê ragihandin ku zêdetirî 300 term di nav wan de jin, zarok, pîr û kesên birîndar di nav gornên komî de li nexweşxaneya Nasir li Xan Yûnisê ku duyemîn bajarê herî mezin ê Xezeyê ye û avahiya  Bijîşkî ya El-Şefa li Xezeyê de peyda bûne.Pêştir Balyozê Rûsiyê ê li  NY Vasilî Nêbênziya ragihandibû ku Rûsya ji bo mhkemekirina  berpirsên gorên komî yên li Zîvala Xezeyê daxwaaza  lêkolîneke navdewletî ya serbixwe dike.

Serepeyv