Pênc kuştî û birîndar di êrîşa Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî ser Seide û Marebê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i318466-pênc_kuştî_û_birîndar_di_êrîşa_hevpeymaniya_destdirêjker_a_siûdî_ser_seide_û_marebê_da
Medyayan ragihandin ku di êrîşa Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî ser Seide û Mareba Yemenê da hejmareke welatiyên sivîl hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 08, 2020 15:21 Asia/Tehran
  • Pênc kuştî û birîndar di êrîşa Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî ser Seide û Marebê da

Medyayan ragihandin ku di êrîşa Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî ser Seide û Mareba Yemenê da hejmareke welatiyên sivîl hatine kuştin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Ji ber teqîna bombeya hûşîyî ya bicihmayî ji êrîşên Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî li ser navçeyeke Marebê du zarok hatin kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Welatiyekî din ê yemenî jî di êrîşa mûşekî û topxaneyî ya Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî li ser navçeya sînorî ya Baqemê li parêzgeha Seideyê can da.

Firokeyên Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî berbanga îro Şemiyê jî du caran navçeya Natiyê li parêzgeha Beyzayê û çar caran navçeya Xesefê li parêzgeha Cufê bombebaran kirin.