Nêçîrvan Barzanî derbarê dûhatên êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê de hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i309236-nêçîrvan_barzanî_derbarê_dûhatên_êrişa_tirkîyê_ser_sûrîyê_de_hişyarî_da
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî derbarê dûhatên êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê de hişyarî da û daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî jî kir ku ji bo rawestnadina şêrr û pêkanîna aştiyê rola xwe bilîzin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 12, 2019 12:03 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî derbarê dûhatên êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê de hişyarî da

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî derbarê dûhatên êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê de hişyarî da û daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî jî kir ku ji bo rawestnadina şêrr û pêkanîna aştiyê rola xwe bilîzin.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî di daxûyanîyekê de ji ber êrişa Tirkîyê ser bakura rojhilata Sûrîyê rexne kir û got: Şer û pevçûn tenê alozî, gêre û metirisyê li navçeyê zêde dike, deskeftên têkbirina DAIŞê ji nav dibe û di berjewendiya ti aliyekî de nîne.

Barzanî pêgirî kir ku êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê dê xetera gef û vegera têrorîsmê zêdetir û cidîtir bike.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişê jî kir ku çareserîyeke  dadperwerane bo pêşeroja Sûriyê bibîne, bi awayekî ku mafê hemû pêkhateyan têde parastî be û bi ciddî rola xwe bo rawestandina şêrr û dabînkirina îstiqrarê û parastina aştî, diyalog û çareseriya siyasî bilîze û rê neyê dayîn ku xelkê sivîl derbider û aware bibin.