Îlon 18, 2020 09:30 Asia/Tehran
  • Iraq; Teqînek li enistîtûyeke amerîkî li Necefê qewimî

Çavkaniyên nûçeyann qala qewimîna hin teqînan li enisstîtûyeke amerîkî ya fêrkirina zimanê Englîsî li bajarê Necefa Eşref û bihîstina dengê teqînê li bakurê Bexdayê kirin.

Çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê ji wan kanala El-Hedesê û ajansa Sûmiriyê ragihandin ku berbanga roja Îniyê teqînek li anitîtûyeke amerîkî ya fêrkirina zimanê Englîsî li bajarê Necefa Eşref qewimiye.

Polîsê Necefa Eşref jî tevî piştrastkirina qewimîna teqînê ragihand ku ji ber vê bûyerê kesek nebûye gorî û tenê hin ziyanên madî lêketine.

Di bûyereke din da, Kanala Exbariyê ji zarê çavkaaniyekê qala bihîstina dengê teqînê li bakurê Bexdaya paytexta Iraqê kir.

Her wiha çavkaniyên nûçeyan qala teqîna çend bombeyan li ser rêya hereketa karwanê wesayitên leşkerî yên Amerîkayê li navenda Iraqê kirin.

 

 

 

Serepeyv