Sibat 14, 2020 18:27 Asia/Tehran
  •  Kutabûna qonaxa ewil a operasyona Îbtal Ul-Iraq li sînorê navbera Iraq, Sûriye û Urdinê

Fermandê operasyona hevpar a Iraqê li bara kutabûna qonaxa ewil a operasyona Îbtal Ul-Iraqê bo paqijkirina Enbarê û navçên derdora wê li sînorê Iraq, Sûriye û Urdinê agahî da.

 Fermandetiya operasyona hevpar a Iraqê li daxûyaniyekê li bara kutabûna qonaxa ewil a cihanîna operasyona nasiyar bi Îbtal Ul-Iraqê bo paqijkirina Enbarê û navçên derdora wê li sînorê Iraq, sûriye û Urdinê ji terorîstên DAIŞ`ê agahî da.

 Fermandetiya operasyona hevpar a Iraqê her wiha ragahnd ku li vê operasyonê balefirên F-16 û balefirên din hatine xebtandin. 

 Li gorî rapora malpera Someiye Newsê,fermandetiya operasyona hevpar a Iraqê  roja çarşemiyê li bara destpêbûna operasyona Îbtal Ul-Iraqê bo paqijkirina Enbarê û navçên derdoarw ê li sînorê Iraq, Sûriye û Urdinê ji terorîstên DAIŞê agahî dabû. 

 Ji aliyê din va Ebdulemîr Reşîd Yarullah, alîkarê  fermandê operasyona hevpar a Iraqê gotibû: Piştî ku operasyona Îrade El-Nesr, armancên sala 2019an cih anîn. operasyona Îbtal El-Iarq vê sibê ser fermana serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar û bin çavdêriya fermandetiya operasyoan  hevpar û her wiha beşadriya fermandetiyê ya hêzên bejahî,  Fermandetiya operasyona Bexdayê, fermandetiya garda sînorî û hêzên ser bi wê destpê dibe.