Çile 16, 2020 13:18 Asia/Tehran
  • Pêgirîya her sê Serokên Iraqê ser pêwîstîya lezandina pêkanîna kabîna nû

Serokên her sê dezgehên rêvebirina Iraqê pêgirî ser lezandina pêkanîna kabîna nû û dabînkirina daxwazên nerazîyan yên têkildarî çaksazîyan kirin.

Berhem Salih Serokomar, Muhemed Helbûsî Serokê Parlimanê û Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Karbirêker ên Iraqê di daxûyanîyeke hevpar de herwiha pêgirî ser parastina berjewendîyên netewî yên Iraqê û ewlehîya sîyasî û darayî ya vî welatî di qeyranên navçeyî û navnetewî de, dûrketina ji gêre û pevçûnan û pêwîstîya ser-hemdêxwebûn û kêmkirina gêreyan kirin.