Serkideyekî DAIŞ`ê li Kerkûkê hat girtinê
Çile 16, 2020 08:55 Asia/Tehran
Serkirdeyekî koma têrorîst a DAIŞ`ê li Kerkûkê hat girtinê.
Mêdyayên iraqî ragihandin ku serkirdeyekî koma têrorîst a DAIŞ`ê şeva buhurî li bakura rojhilata şarê Kerkûkê ket kemîna hêzên iraqî û hat girtinê.
Ji hêla din ve, Artêşa Iraqê jî ragihand ku balafirên cengê yên wî welatî binkeyeke perwerdeyê ya DAIŞ`ê li parêzgeha Dîyalê ji nav birin.
Ew binkeya li çîyayê Hemrînê bû û hemî kesên têda hatin kuştinê.
Di eynî demê de di encama êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser nuqteyeke lêgerînê li parêzgeha Selahedînê de 2 serbazên iraqî hatin kuştinê û 5 serbaz jî birîndar bûn.
Têrorîstên DAIŞ`ê herwiha 2 cotkar li Kerkûkê kuştin.