Kanûn 11, 2019 17:57 Asia/Tehran
  • Alimên Iraqê:

Serokê Cemaeta Alimên Iraqê got: Gelê Iraqê mêrxasiyên hêzên Heşda Şeibî li hemberî DAIŞê qet dê ji bîr neke.

Li gorî rapora malpera Xedê, Şêx Xalid Mela, Serokê Cemaeta Alimên Iraqê roja Sêşemiyê bi boneya salvegera serketina li hemberî DAIŞê li Irqê got: Serketina li hemberî DAIŞê şanaziyeka mezin û nîşana şiayan gelê Iraqê li hemberî komployan e.

Şêx Xalid Mela tevî şermezarkirina kiryarên xerabkir jibo reşkirina Heşda Şeibî û bêrêziya li sembola serketin, şiyana berevaniyê û yekîtiya Iraqê, destnîşan kir: Gelê Iraqê dikare di hemî qonaxan da ber bi serketinê pêngavan radike.

Dewleta Iraqê roja 10ê Kanûna 2017an rizgarkirina erdên vî welatî ji bin dagîrkeriya DAIŞê piştî sê salan şêrr ragihand ku ev roj wek Yem ul Nesr anku "Roja Serketinê" di salnameya Iraqê da hat tomarkirin û betlaniya fermî hat zanîn.