Fermandeyên beşa sînorparêziyê yên Îran û Iraqê li Bexdayê civîyan
Alîkarê fermandetiya beşa sînorparêziyê ya hêza ewlehî û întizamî ya Komara Îslamî ya Îranê raghand ku heştemîn civîna fermandeyên sînorvaniya Îran û Iraqê li Bexdayê dê bê lidarxistin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Ebulqasim Xatemî, alîkarê fermandê sînorvaniya hêza ewlehiyê ya Îranê destnîşan kir: Heştemîn civîna fermandên sînorvaniyê yên Komara Îslamî ya Îran û Iraqê roja duşemiyê bona hevahengiya zêdetire sînorvanên her du welatan li Bexdayê xebata xwe destê kiriye.
Xatemî her wiha got: Serdar sertîp Qasim Rizayî, fermandê sînorparêziya hêza ewlehiyê ya Komara Îslamî ya Îranê û general Hamid Ebdullah Îbrahîm El-Huseynî, fermandê sînorparêziya Iraqê li vê civîna 4 rojî dê mesela hatûçûyîna ziyaretkirên çilla Huseynî(s), cihanîna peymana ewlehiya sînoran û kivşkirina rêçareyên baş bona jordebirina ewlehiya sînorên hevpar hilkolin.
Alîkarê fermandê beşa sînorparêziyê ya hêza ewlehiyê ya Îranê, hilkolandina rêçareyên zêdekirina gîhandina xizmetan û hêsankirina hatûçûyîna ziyaretkirên Erbeîna Huseynî(s) ya îsal jî ji mijarên behs û nîqaşa vê civînê dan zanîn.