Şemixanî: Şerûtîyên li avrêyên navnetewî dê bêbersiv nemînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i309238-Şemixanî_Şerûtîyên_li_avrêyên_navnetewî_dê_bêbersiv_nemînin
Sêkrêtêrê Civata Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê wek berteka himberî êrişa ser nifthilgira îranî li deryaya Sor pêgirî kir: Rêgirî, dizî û şerûtîya li rêyên deryayî yên navnetewî dê bêbersiv nemînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 12, 2019 12:07 Asia/Tehran
  • Şemixanî: Şerûtîyên li avrêyên navnetewî dê bêbersiv nemînin

Sêkrêtêrê Civata Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê wek berteka himberî êrişa ser nifthilgira îranî li deryaya Sor pêgirî kir: Rêgirî, dizî û şerûtîya li rêyên deryayî yên navnetewî dê bêbersiv nemînin.

Gemîya nifthilgir a îranî ya SABITY duh serê sibê ji cihekî nêzîkî korîdora derbasbûnê li rojhilata deryaya Sor, 2 caran bi navbera nîv sietî kete ber êrişê.

Sêkrêtêrê Civata Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê Elî Şemixanî îro bi gotian vê yekê ku ew kar bi armanca alozkirina rewşa rêyên ku gemîyên ticarî ji wan derbas dibin tên kirinê, dîyar kir: Bi hilkolandina wêne û vîdyoyan û agahîyên berhevkirî, şop û serekanîyên sereke yên wê macerahezîya bitaluke bi dest ketine.

Şemixanî herwiha got: Komîteya Taybet bi Hilkolandina mijara êrişa ser nifthilgira SABITY ku li nêzîkî perravên Erebistanê li Deryaya Sor ketîye ber 2 mûşekan jî hatîye pêkanînê û rapora wê komîteyê dê zûka jibo biryardayînê raberî dezgehên têkildar bê kirinê.