Çile 17, 2019 18:34 Asia/Tehran
  • Fermandê Gişt Artêşa Îranê: Amerîka wê bi yekbûna Artêş û Sipahê pêrgî işkestê bibe. şikest bixwe

Fermandê Gişt Artêşa Komara Islamî ya Îranê, got: Dijminên îslamê, Înqilaba Îslamî û wilayetê feqîh kirine armanc ta ku şik û gumanan derbarê serketin û karaiya wan da bi rê bixe.

Serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandê Gişt ê Artêşa Îranê, îro, berevaniya ji Îslam, wilayetê feqîh, Înqilaba Islamî û berevaniya ji rêberê giranqedr ê înqilabê ji bo hemiyan pêwîst da zanîn û got: Belke dijmin şikekê pêk bînin ku di rû de bersivdana derbarê wan de dijwar be lê mekteba Aşûrayê rê nîşanî me daye.

General Mûsewî torên civakî pirr berfireh û aloz dan zanîn û pêgîrî kir: Zorbêjên cîhanê bi serokatiya Amerîkaya cinayetkar, Ingilîs, Rejîma Siyonîst û Minafiqên rûreş divê bizanibin ku gelê mezin ê Îranê desta ji îslam û Înqilaba Îslamî nakişînin.

Emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, fermandê Gişt ê Artêşa Îranê, pêkanîna nakokiyê di navbera Artêş û Sipahê de yek ji armancên girîng ên dijminan da zanîn û got: Divê hemû torên civakî tijî beranberî û yekbûna Sipah û Artêşê bin ta ku kesên ku çavê wan yekbûna Artêş û Sipahê bar nagire, kor bibe; Artêş û Sipah bi hev re yek in û destê xwe didine hev ta ku Amerîkayê têk bibin û Rejîma Siyonîst were jinavbirin.