Mijdar 07, 2018 09:08 Asia/Tehran
  • Salvegera rehleta pêxemberê hêîja yê Îslamê (S) û şehîdbûna Îmam Hesen (S)

Îrana Îslamî di salvegera rehleta pêxemberê hêja yê Îslamê, hezretê Mihemed (S) û şehîdbûna Îmam Hesenê Micteba (S), îmamê duyem ê şîeyên cîhanê, di nava şîn û girînê da ye.

Îro Çarşemî, 28ê meha Sefera sala 1440an a Koça heyvî beranberî 7ê Mijdara 2018an salvegera rehleta pêxemberê hêja yê Îslamê, hezretê Mihemed (S) û şehîdbûna Îmam Hesenê Micteba (S), îmamê duyem ê şîeyên cîhanê ye.

Pêxemberê hêja yê Îslamê, Hezretê Mihemedê Mistefa (S) heta beriya rehleta xwe di sala 11an a Koça Heyvî bi dilovanî bingeh û hikmên şerîeta nebewî bi rêbazên pesendkirî û di eynî demê da bi qahîmî û zelalî şirove kirin û li waerê berbelavkirina merîfetên heq ên dîn û birêvebirina wê bi baştirîn awayê pêkan hewil da.

Hezretê Îmam Hesenê Micteba (S), Îmamê duyem ê şîeyên cîhanê jî ku derdora sî salan bi bavê xwe yê hêja Elî Ibnê Ebî Talib (S), îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ra hevrêtî kir, di roja 28ê meha Seferê ya sala pêncî ya Koça Heyvî di temenê 47 saletiyê da li ser fermana Muaviye û bi destê hevjîna xwe hat jehrîkirin û şehîd bû.

Gelê Îrana Îslamî di şev û roja rehleta pêxemberê hêja yê Îslamê, hezretê Mihemed (S) û şehîdbûna Îmam Hesenê Micteba (S), îmamê duyem ê şîeyên cîhanê, bi amadebûna li hiseyniye, mizgeft, tirba paqij a Îmam Reza (S) li Meşhedê (bakurê rojhilata Îranê) û tirba paqij a hezretê mesûmeyê (S) li bajarê pîroz ê Qomê, şîndariyê dikin.