Cotmeh 13, 2018 10:29 Asia/Tehran
  • Şerê dîplomatîke Îranê tev Amerîka û Rejîma Seûdî li Rêsitina Netewên Yekgirtî

Nûnerê Îranê li komîteya ewilêye Civata Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî li devojeniyekî Dîplomatîk tev hevtayên xwe yên amerîkî û Seûdî got: Erebistan paşahiya terorê ye ku heta rojnamevan jî ji van kiryarên terorîstî li êminatiyê da nînin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Muhemed Husên Qeniyî Nûnerê Îranê li komîteya ewilêye Civata Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî li civîna duh îniyê ya komîteya ewlehî û jiçekkirinê ya civîna 73-an a vê civatê li bersiva gotinên dijî îranî yên nûnerê Erebistanê ku îdia kiribû Têhranê mûîekên Balistîk şandine Yemenê got: Ev îdiayên wiha derewin û bona veşartina cinayetên berfireye şerî yên Erebistanê li Yemenê ne.

Nûnerê Îranê li komîteya ewilêye Civata Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî bal kişande ser viya ku navê Erebistanê û Rejîma Siyonîstî hevvateye tev terorîzmê got: Erebistan û Rejîma Siyonîstî hertim li navçê ji mezintirîn piştevanên terorîzmê bûne û terorîstan dişînion welatan.

Muhemed Husên Qeniyî li bersiva gotinên dijî îranî yên nûnerê Erebistanê ku îdia kiribû Têhranê mûîekên Balistîk şandine Yemenê got: Ev îdiayên wiha seranser derewin ji ber ku Îran hertim li navçê şerê terorîstan dike û welatên navçê jî ji Îranê dixwazin ku li şerê dijî terorê alîkariyta wan bike.

Wî got||: Li halê li Îran li navçê şerê terorîstan dike hinek alî alîkariyaabûrî didene terorîstan û wan dişînin Sûriyê û Efxanistanê.