Peyama pîrozbayiyê ya Rûhanî bo rayedarên welatên îslamî bi muansibeta eyda Fitrê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li peyamên cida eyda seîd a Fitrê li rayedarên welatên Îslamî pîroz kir.
Hesen Rûahnî serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvara pêncşemiyê li peyamên cida bo rayedarên welatên îslamî bi munasibeta eyda seîd a Fitrê hêvî kir: Bi bereketa vê eyda tijî rehmet û dilovanî û li saya şopandina fermanên xwedê li meha pîroz a Remezanê, hemî umeta Îslamî karîbin vegeryabine paqijiya fitrî ya xwe û zêdetir ji berê li riya geşatî û tealî û kemala însanî pêngavan rakin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Bi behre wergirtina ji fêrkariyên civakî yên vê eyda ezîz, em dikarin, şehedê hevgirtin û hevdengiya zêdetir a misilmanan li warê rawestana li ber şîdet û fanatîzmê, yekitî û yekperçetiya wan li hember peymanşikênî û yekalîxwaziyên serdstîxwazan û damezrandina aşitî û aramiyê li seranserê cîhanê bin.
Dr. Rûhanî li beşa dawiyê ya vê peyamê ji xwedê Teala daxwaza serbilindî û bextewriya hemî misilmanên cîhanê kiriye.
Li piraniya welatên îslamî yên cîhanê, sibê 1 Şewala 1439 Koça Hîvî, eyda Fitrê ye.