Rûhanî: Nikarin bi lîstikên siyasî Beyt ul Muqedesê ji misilmanan cida bikin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Hemî misilman rêzê ji mizgevta Eqsayê û Beyt ul Muqedesê digrin û bi lîstikên siyasî nikarin vî cihê pîroz ji gelheya yek milyar û 500 milyonî ya misilmanên cîhanê cida bikin.
Hesen Rûhanî roja çarşemiyê li civîna taxima dewletê bal kişand ser berxwedana gelê Filistînê û got: Rejîma Siyonîstî tim li dû destdirêjî û kuştina xelkê bê gubeh bûye û eskerên vê rejîmê di roja Nikbetê de jî gelê mezlûm û têkoşer ê Filistînê dan ber gullan û bi dehan kes şehîd kirin û bi hezaran kes jî birîndar kirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê mixabiniya xwe li bara bêdengiya hin welatên Îslamî û erebî li hember cinayetên siyonîstan û got Gelê Filistînê ji bo welatê xwe şêr dike û mixabin hin welatên rojavayê peyva bereyavniya rewa ji bo cinayetên Rejîma Siyonsîtî bikar tînin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser berxwedana gelê Filistînê û destnîşan kir: Misilmanên cîhanê li hember cinayetên Rejîam siyonîstî, xêncî parastian yekitiyê û alîkariya bo gelê Filistînê ji bo azadiya erdên xwe, riyeke din tine.
Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îarnê tim berecvanê gelê Filistînê bûye û got: Îran tim li hember destdirêjkir pû zaliman sekiniye û serketina dawiyê dê ya mezlûm û filistiniyan be.
Wî her wiha bal kişand ser derketina Emerîkayê ji rêketina navokî û got: Li mesela navokî, hin kes wer dizanin ku bi zext, baykot, gef û eta nîşandayîna nîşanê şêr dikarin, gelê Îranê teslîm bikin lê berxwedana gelê Îranê bi başî nîşan da ku ev fikra şaş e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê teqez kir: Raya giştî û welatên cîhanê xêncî du rejîmên biçûkên paşvero yên navçê û Rejîma talankirê siyonîstî, tu kes bi Emerîkayê er nîne û îro rojê Waşengton tawanbar tê naskirin.