Kanûn 04, 2018 17:42 Asia/Tehran
  • Bidawîhatina serdema serdestiya Mêsî û Ronaldo / Loka Modrîç Goga Zêrîn a Sala 2018an bir

Loka Modrîç (Luka Modrić) Fûtbalîstê 33 salî yê Tîma Rêal Madrîda Spanyayê û Tîma Neteweyî ya Fûtbala Krowasiyê Duşemiyê bi şev karî ku Goga Zêrrîn a sala 2018an bike para xwe.

Li gorî rapora IRNAyê, Bidestxistina vî navî ji aliyê Modrîç va dawî li zêde ji deh salan serdestiya Liyonêl Mêsî, Fûtbalîstê arjantînî yê Tîma Fûtbala Barsêlonaya Spanyayê û Kirîstiyano Ronaldo fûtbalîstê portegalî yê berê yê Tîma Rêal Madrîda Spanyayê û yê niha yê Tîma Yûvêntûsa Îtalyayê, wek baştirîn fûtbalîstê salê yê cîhanê ji hêla Kovara Frans Fûtbalê anî.

Ev rêûrism Duşemiyê bi şev li hola Grand Pala (Grand Palais) ya Parîsê hat lidarxistin.

Ronaldo li pilebendiya Goga Zêrîn a îsal di rêza duyem da cih girt û Mêdî jî kete pileya pêncan.

Modrîç pêştir jî (24ê Îlonê) ji aliyê Fêdêrasiyona Navneteweyî ya Fûtbalê (FIFA) wek baştirîn Fûtbalîstê salê yê Cîhanê hatiye hilbijartin.