May 15, 2018 16:52 Asia/Tehran
  • Firdosî, vejînerê zimanê farsî û pênaseya îranî

Îro 25ê meha Ordîbihiştê beranberî 15`ê Gulanê, Roja Cîhanî ya hekîm Ebulqasim Firdosî hemasebêj û helbestvanê mezin ê parsîbêj ê îranî ye.

Hekîm Ebulqasim Firdosî helbestvanê mezin ê Îranê di sala 329an a Koça Heyvî (940-1020 Zayînî) li bajarê Tûsê li bakurê rojhilata Îranê hat dinyayê. Zewq û hestên helbestvanî û coş û kelecana Firdosî bo vejiyandina şanaziyên neteweyî yên Îranê bû sebeba xuliqandina şahkarekî mezin bi navê Şahnameyê.

Şahnameya Firdosî ku nêzikî pêncî hezar malik (beyt) têda hene, berhemek ji çîrokên neteweyî û dîroka kevnar a paşayên qedîm û palewanên mezin ên Îranê ye ku palewaniya wan hevrê digel serketin û mêrxasî û wêrekî û oldarî diwesifîne.

Firdosî bêguman helbestvanê herî mezin e ku bi zimanê farsî helbest strîne û Şahnameya wî şahkara cavîdan û mayînde ya ziman, raman û çanda îranî ye ku gellek ji lêkoleran ew wek berhema herî mezin a hemaseya cîhanê dane zanîn.

Şahnameya Firdosî yek ji berhemên herî zengîn û têr û tijî yên zimanê Parsî ji hêla hebûna peyv û bêjeyên edebî ye û bi bicihkirina vê deryaya peyv û bêjeyan di sînga xwe ya fireh, ewna bi esehî û amanet isoartine nifşên din. Zimanê Farsî amûrek ji bo xurtkirin, yekîtî û têkilliya qewm û bereyêîn cûrbicûr ên îranî ye.

Şahname salnameya wêneyî ya hemase û mêrxasî û dîrok û çanda Îranê ye. Li gorî bawera Çalz Milwîl (Mamosteyê zanîngeha Kembrîcê). Deskefta herî mezin a Firdosî ev bû ku dîroka Îranê parast. Bi taybet dîroka serdema empratorî û şan û desthilata wan a herî zêde.

Zindîmayîna dîrok û çanda Îranê  û zimanê farsî bi bereketa Şahnameya Firdosî ye. Her salê hezkiriyên Firdosî li civat û civînên cûrbicûr êîn edebî li seranserî cîhanê rêûrismên cûrbicûr ji bo rêzghirtina li vî helbestvanê Parsîbêj li dar dixin.