Tekeziya Yekitiya Ewropayê ser pêwîstiya pêaknîna agibesê li Xezeyê
Berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê rewşa mirovî li zîvala Xezeyê nalebar wesif kir.
Cozêp Borêl berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê ku ji bo beşdariya di civîna wezîrên derve yên koma G7 de çûbû Waşingtonê, li nav koma rojnamevanan de got ku rewşa Xezeyê ji her demê xirabtir û nalebartir e. Li dereqa 9 mehên borî de rewşa mirovî xirabtir bûye êdî nayê tamûul kirin û tekez kir ku divê mirovahî bi ser bikeve û banga agirbeseke bilez li Xezeyê gihandina alîkariyên mirovî ji bo kesên hewcedar li vênavçeyê kir.
Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê her wiha biryara vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst derheq berfirehkirina bajarojkçêkirinên rojavayî rexne kir û diyar kir ku wezîrên karên derve yên Koma 7`ê wê kiryara kabîneya Îsraîlê ku li dijî qanûnên navneteweyî ye, şermezar bikin.