Xerakirina malên filistîniyan li Xezê ji aliyê siyonîstan ve
Rejîma Siyonîst ji bilî êrişa ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezeyê, malênvê anvçeyê jî wêran kirine.
Balefirên cengê û topxaneyên Rejîma Siyonîst bi bombebarankirina giran a deverên curbicur ên zîvalê û û mal û cihên kombûna awareyên vê zîvalê û kolanên vê navçê dan ber êrişan û tank û panzêrên artêşa siyonîst jî bajarokê El-Qerarê li bakurê Xan Yûnisê û herwiha deverên bakurê el-Nuseyratê bi tundîgullebaran kirin.
Çavkaniyên nûçeyan derbarê bihîstina dengê teqînên giran li Til El Hewa û devera pîşesazî li rojavayê bajarê Xezeyê agahî dan.Van çavkaniyan diyar kirin: Teqînên ku tên bihîstin ji ber wêrankirina malan li Til El-Hewa û devera pîşesazî ji aliyê hêzên siyonîst ve bûne.Li gorî vê raporê, di encama êrişa ser bakûra rojhilata bajarê Nuseyratê li navenda Xezê de, 4 kes şehîd bûne û hejmareke din jî birîndar bûne.
Di vê çarçoveyê de, Yehya El-Sirac, şaredarê Xezeyê, li ji ber cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî xelkê vê zîvalê zengilên xeterê lêxist û derbarê nebûna av û xwarinê li vî bajarîagahî da. Yehya Sirac teqez kir:Dagirkerên siyonîst bi qestî binesaziya Xezeyê bi taybetî devera pîşesazî ya tijî penaberên filistînî ji bo ku bajarê Xezeyê çol bikin, hedef digirin.
Wî bal kişand ser vê yekê ku dagirkerên Qudsê çavkaniyên avê, dar, mizgevt, dibistan û hemû binesaziya Zîvala Xezeyê didin ber êrişan û got: Sedî 35 ê mal û binesaziyên li El-Şuciyê tam wêran bûne û nêzîkî 100 hezar ton kirs û kewal li seranserê bajarê Xezeyê kom bûne, û nexweşiyên êpîdêmîk belav bûne.