Tîrmeh 01, 2024 18:37 Asia/Tehran
  • Hevkariya Îran û Iraqê di warê lêkolîna jibo çareserkirina pirsgirêkên jîngehê

Wezîrên Zanistê yên Komara îslamî ya Îranê û Iraqê teqezî ser hevkariya di warê lêkolîna her du welatan jibo çareserkirina meselên têkildarî jîngehê û her wiha lêkolîn û geşepêdana di pêşeya niftê kirin.

Muhemed Elî Zelfîgol wezîrê zanist, lêkolîn û teknolojiyê yê Îranê li hevdîtina bi Neîm El-Ebûdî wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî yên Komara Iraqê û şanda pê re li Têhranê, hevkariyên di warê lêkolînên nift û gazê av û hewa û jîngeh û avakirina zanîngeh û navenda lêkolînê ya hevbeş, û damezrandina  parka zanistî û teknolojiyê li Iraqê gotûbêj kirin û amadebûna Komara Îslamî ya Îranê ji bo kemilandina xwendina mamostayên iraqî û sûdwergirtina ji derfeta xwendinê li Îranê agahî da û got: Navenda Referansê ya  Zanista Cîhana Îslamê li Şîrazê dikare di warê pêşkêşkirina kovarên zanistî û lêkolînî yên Navdewletî de rawêjkariayn bide Iraqê. 

Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Iraqê, bal kişande ser vê yekê ku hevkariyên zanistî di navbera her du welatan de bi pêşde çûye û  rêketinametyên giring hatine îmzekirin, xwendina 100 hezar xwendekarên iraqî li Îranê derfeteke mezin ji bo pêşxistina hevkariyên çandî nirxand.

 Neîm Ebûdî her wiha pêşewazî kir ji pêşniyara Wezîrê zanistê yê Îranê jibo avakirina parka zanist û teknolojiyê li Iraqê û hevkariya zanistî di warê hewcemendiyên her du welatan de.

 

 

Serepeyv