Tîrmeh 03, 2024 20:39 Asia/Tehran

Rêberê qedirgiran ê Çoreşa Islamî ya Îranê gerra duyê ya hilbijaritna serokomartîya Îranê zef-girîng zanî.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî ya Îranê hezretê Ayetullah Xamineyî îro di hevdîtina tev rêvebirê nû, berpis û hejmareke mamosteyên medreseya astbilind a Şehîd Muteherî da, pişikdarîya gelê Îranê di hilbijartina da palpişt û sedema serfriazîya pergala Komara Islamî zanî û pêgirî kir ku çiqasî pişikdarî çêtir, aşkiratir û zelaltir be, pergal dê di warê bidestxistina armacên xwe li nav welêt û şopandina armancên istiratejîk ên welêt da şîyaneke zêdetir hebe ku ev babeta derfeteke zef mezin e.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî asta pişikdarîya di gerra yekê ya hilbijartina serokomartîyê da kêmtir j iasta çaverêkirî û berovajî pêşbînîyan zanî û got: Vê yekê hegerên xwe hene ku sîyasetvan û civaknas wan hildikolînin.

Hezretê Ayrtullah Xamineyî hizra hin kesan ku dibêjin yên di gera yekê da dengê xwe nedane, dijî pergalê ne, hizreke sedî sed şaş zanî û got: Diqewime hin kes kêfa wan ji hin berpirsan û yan heta pergala islamî neyê çawan ku vl yekê bi serbestî dibêjin lê, ev hizra ku her kesê dengê xwe nedaye girêdayîyê kesên hanê û wê hizrê ye, tam çewt û şaş e.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî pêgirî kir ku gellek kesan pirsgirêk û kar hene û tûş bûne û yan bi hegerên din di hilbijasrtinê da beşdar nebûn ku bi hezkirina Xwedê di gerra duyê ya amadebûna gel li navendên dengdanê, yê bibin sedema coşê û ebûra pergalê.

Hezretê Ayetullah Xamineyî hêvî kir ku Xwedê serkevtina herî baş di bijartinê da bide gel ta ku kesê bijartî bikaribe arancên pergalê û gel pêk bîne.

Gerra duyê ya hilbijartina serokomartîya Îranê yê roja înîya bê 5ê Hezîranê were lidarxistin. 

Serepeyv