Daxuyaniya hevpar a rayedarên îstifakirî yên Amerîkayê: Siyaseta hikûmetê li Xezeyê işkest û gefek dijî ewlehiya neteweyî ye
Karmendên hikûmeta Amerîkayê ku ji bo protestokirina siyasetên dewleta Biden li Xezeyê îstifa kirine,bo yekem car di daxuyaniyeke hevpar de bi şirovekirina pêngavên ku bawer in divê hikûmeta Amerîkayê bavêje, ragehandin: Em ser wê baweriyê de ne ku berpirsiyariya me ya giştan e ku em biaxivin.
12 îmzakerên vê daxuyaniyê di çend qonaxan de îstifaya xwe di dereqa şerê nêzîkî neh mehan de di navbera Rêjîma Israîlî û Hemasê de, pêşkêş kirin û yek ji wan roja Sêşemê îstifa kir.piraniya wan hevpeyivînên medyayî de derbarê biryarên xwe jibo îstifakirinê bona protestokirina siyasetên Joe Biden axivîne. Çawa ku CNNê meha borî ragihand, karbidest bûne yek da ku zextê li hikûmeta Amerîkî bikin ku rê û rêbaza xwe biguherîne.Di daxuyaniya karmendên îstifakirî yên hikûmeta Amerîkayê de hatiye siyaseta hikûmeta Amerîkayê li Xezeyê gef û işkestek dijî ewlehiya netewî ya Amerîkayê ye.
Şandina berdewam çekan bo Israîlê, hevkariya cidî ya Amerîkayê di kuştin û birçîkirina bi darê zorê ya xelkê Filistînê li Xezeyê misoger kiriye. Ev ne tenê ji aliyê exlaqî ve tê şermezarkirin belkî binpêkirina eşkere ya hiqûqa mirovî ya navneteweyî û yasayên Amaerîkayê ye jî.