Cinayet û êrişên Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê didomin
Roja 271an a êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê û rexê rojavaya çemê Urdinê îro di halekî da dest pê bû ku hêzên vê rejîmê berbanga îro bi xwofirê êrişî Kempa Nûr-Şems`ê ku ketîye rexê rojavaya çemê Urdinê kirin û di encamê da 4 têkoşerên filistînî şehîd kirin, di vî halî da şeva buhurî li Filistîna Dagirbûyî nerazîyan bi xwenîşandanekê xwestin ku kabîna Netanyahu were sernixûnkirin.
Li gorî raporên medyayên filistînî, di encama êrişa Rejîma Sîyonîst a bi xwofirrê ser Kempa Nûr- Şems`ê da li rexê rojavaya çemê Urdinê, 4 têkoşerên filistînî şehîd bûn. Li gorî ragihandina çavkanîyên pizişkî, di encama vê êrişê da Said Adil Şafi, Nemer Enwer Ehmed Hemareşe, Mihemed Yasir Reca Şehade û Mihemed Hesen Xenam Kinûh şehî bûn. Balafirn cengê yên Rejîma Sîyonîst jî deverên curbicur ên zîvala Xezzeyê ji wan bazareke Devera Zeytûn`ê dan ber bmbeyan k udi encamê da 22 filistînî şehîd bûn.
Ji hêla dim va, hêzên berxwedêr ênm filistînî di encama operasyoneke nû dijî artêşa Rejîma Sîyonîst da li Zîvala Xezzeyê, 4 tankên Merkava, panzêrek û bolodozêreke vê rejîmê rûxandin.
Tabûrên Izzeddîn Qessam Baska Leşkerî ya Tevgera Hemasê li Zîvala Xezzeyê îro ragihand ku hejmarek leşkerên sîyonîst li devera SZelam ku ketîye rojhilata Refehê û başûra Zîvala Xezzeyê dan ber rokêtan ku di encamê da 2 tankên Merkva yên vê rejîmê ji nav birin.
Şebekeya Al Jazzerayê jî ragihand ku Tabûrên Qessamê bi rokêta Yasîn-105 êrişî 2 tankên Merkva yên Rejîma Sîyonîst rûxandin.
Vê şebekeyê herwiha ragihand ku Tabûrên Qessamê bi 2 rokêtn Yasîn-105`ê li Taxa Til Siltan ku ketîye rojavaya Refehê êrişî 2 tankên Merkava yên Rejîma Sîyonîst kirin û ew rûxandin.
Tabûrên Qudsê jî ragihand: Bi RPG`yê li çar-rêyana Bazara Helal a şarê Refehê êrişî boldozêreke leşkerî ya Rejîma îyonîst kirîye ku ji cura D9 bû.
Ji hêla din va hat gotin ku panzêreke leşekrên sîyonîst li Taxa Şucaîyê li rojhilata şarê Refehê agir berbûyê.
Rejîma Sîyonîst ku amara leşkerên sîyonîst ku tên kuştin an birîndarkirin zef kêm radigihîne û agahîyên derbara vê yekê da carê qasî serê derzîyekê belav dike û vê dawîyê mukur hat ku ji destpêka şerê dijî Xezzeyê va, 674 leşkerên vê rejîmê hatine kuştin ku nîvê wan piştî êrişa bejayî ser Xezzeyê hatine kuştin.