Hezîran 30, 2024 17:57 Asia/Tehran
  • Xezala Goterdar a îranî

Xezala îranî yan Xezala Goterdar (Goitered gazelle) celebeke xwecî ya Asyaya Navîn û Başûrê Rojavayê Asyayê ye; ev xezal celebek e ji Malbata Gayan û Rêza Cot-Simpêyan bi bedena qehweyîya vekirî ku ber bi zik va tarîtir dibe û deverên jêrîn ên laşê wê sipî û dûvê wê jî reş e. Ev heywan li Çolistana Gebiyê, Belûçistana Pakistanê, başûrê rojhilatê Tirkiyê, bakurê Azerbaycanê û hin beşên Îran, Iraq û Efxanistanê dijî.

Bin gewriyê cûreya nêrza ya vê heywanê di demsala cotbûnê da diwerime û bi awayekî berbiçav gilokeke binçermî diyar dibe û ji ber vê yekê wek Xezala Goterdar jî hatiye binavkirin.

Serepeyv