-
Hişyariya parlamenterên Iraqî ser bandora nerm a Enqerê di karûbarên girîng ên vî welatî
Çirî 29, 2025 15:54Hin parlamenterên Iraqî hişyarî dan ku Tirkiye ji bilî bandora leşkerî ya sînorkirî li welatê wan, bandora xwe ya nerm jî di warên aborî û ewlehiya avê de berfireh kiriye.
-
Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê û zêdebûna hejmara şehîdên Filistînê
Çirî 29, 2025 15:44Piştî êrişên Rejîma Siyonîst ji bejahî, hewayî û deryayî ser Xezzeyê 42 filistînî şehîd bûn û zêdetirî 60 kes birîndar bûn.
-
Şermezarkirina binpêkirinên agirbesa Xezzeyê
Çirî 29, 2025 15:00Armanca taybet a Rejîma Siyonîst di du salên borî li Xezzeyê jinavbirina tam û sîstematîk a gelê Xezzeyê bûye. Ev kurteya raporek nû ye ku Komîsyona Lêkolînê ya NY ser Erdên Dagirkirî yên Filistînê derxistiye rapora ku têde hatiye tekezkirin ku Rejîma Siyonîst heta niha çar caran li Xezzeyê jînosayd pêk aniye.
-
Beqayî: Rejîma Siyonîst şeytanê mutleq û rastîn e
Çirî 28, 2025 15:15Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku her gava muzakire, berjewendî û mafên neteweya Îranê misoger bike, em ê di bikaranîna amûrê dîplomasiyê de dudilî nebin û Rejîma Siyonîst wekî şeytanê rastîn û mutleq li herêm û cîhanê bi nav kir.
-
Dawîbûna heftiyek meşqa sytartejîk a navokî ya Rûsiyê
Çirî 28, 2025 14:54Kêm caran serokomarê Rûsiyê cilên leşkerî li xwe dike, bi taybet di dema pevçûna nêzîkî çar salan a bi Ukraynê re, ku Rûs wê wekî şerekî giştalî li himber Welatên Rojavayî dibînin. Vladimir Putin lê di dawiya heftiyekê ceribandina navokî ya cureyên mûşekên stratejîk ên navokî de, bi van kincan li Navenda Fermandariya Operasyonên Leşkerî yên Taybet de amade bû ku peyamek ji welatên rojavayî re bişîne.
-
Giranbûna êrişên Rejîma Siyonîst ser Rexê Rojavaya çemê Urdinê
Çirî 28, 2025 13:45Artêşa Rejîma Siyonîst dest bi êrişeke hewayî ya bêhempa ser bakurê Rexê Rojavaya çemê Urdinê kir.
-
Amadetiya Hizbullaha Libnanê jibo berevaniya vî welatî
Çirî 27, 2025 15:20Şêx Neîm Qasim, Sersekreterê Hizbullaha Libnanê tekez kir ku piştgiriya ji bereya Berxwedanê li Zîvala Xezzeyê kiryar û biryarek rast û guncaw bû. Wî her wiha tekez kir: Ger şerek li ser me were sepandin em amadeyî berevaniyê ne.
-
Piştî derketina PKK ji nav axa Turkiyê Erdogan û Baxçelî dê peyamekê bidin
Çirî 27, 2025 14:41Ebdulrehîm Semawî - Rêvberê navenda Temel a Lekolînan li Turkiyê
-
Zêdebûna rexneyên ser gotinên Mesrûr Barzanî derbarê Kerkûkê
Çirî 27, 2025 14:20Gotinên Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê derbarê kurdistanîbûna Kerkukê rastî rexneyên tund ên berpirs û partiyên Iraqî ve hat.
-
Bi têkçûna di şerê Xezzeyê da asta hebandina Netanyahu daket
Çirî 26, 2025 15:59Encama rapirsîyan li Filîstîna Dagirbûyî nîşan dide ku asta hebandina Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst daketîye u sedî 52yê sîyonîstan dijî berdewambûna beşdarîya wî di sîyasetê da ne. Di vî halî da, nirxandina encamên şerê Xezzeyê nîşan dide ku sîyonîst bawerîya xwe li kabîna wî naynin û gellekî bêhêvî bûne.