-
Emar Hekîm: Agirbes encama berxwedana ustûreyî ya gelê Lubnanê û Berxwedana Îslamî ye
Tesrîn 27, 2024 15:06Rêberê tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê li hember ragihandina agirbesa Lubnanê û Rêjîma Siyonîst bertek nîşan da û bidestxistina vê rêketinê encama berxwedana ostûreyî ya gelê Lubnanê û berxwedana Îslamî da zanîn.
-
Amadetiya Tirkiyê jibo alîkariya bo agirbesa li Xezzeyê
Tesrîn 27, 2024 15:06Serokomarê Tirkiyê îro Çarşemê kêfxweşiya xwe derbarê agirbesa li Lubnanê nîşan da û ragihand ku Enqere amade ye ji bo pêkanîna agirbeseke mayînde li Xezzeyê alîkariyê bide.
-
Xwenîşandana gelê Tirkîyê dijî jînosayda Israyîlê
Tesrîn 26, 2024 16:45Welatîyên tirkyeyî daketin kolannê Istenbolê û cinayet û jînosayda hovane ya ku dagirkerên israyîlî himberî gelên Xezze û Libnanê dimeşînin, şermezar kirin.
-
Îran mezintirîn gorîyê çekên kîmyewî
Tesrîn 26, 2024 16:39Serokê Beşa Hiqûq û Navdewletî ya Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê di dewra 29an a Konfiransa Salê ya Welatên Endamê Konvansîyona Qedexekirina Çekên Kîmyewî li Laheyê da pêgirî kir ku Îran mezintirîn gorîyê çekên kîmyewî di dewrana hevdem da ye û bi tundî cinayetên Rejîma Sîyonîst ên himberî gelên Filistîn û Libnanê şermezar kirin.
-
Borrell: Israyîl divê agirbesê qebûl bike
Tesrîn 26, 2024 15:20Berpirsê Sîyaseta Derve ya YEyê pêgirî kir ku pêwîst e Tel Avîv agirbesê qebûl bike.
-
Êrişên Hizbullahê ser Erdên Dagirbûyî
Tesrîn 26, 2024 15:15Bereya Berxwedana Islamî ya Libnanê di dewama operasyonên dijî rejîma dagirkir da, careka din êrişî bajarok û bajarên bakura Filistîna Dagirbûyî kir.
-
Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê
Tesrîn 26, 2024 14:50Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku artêşa Rejîma Sîyonîst wek artêşa terorê di 24 saetên derbasbûyî da 3 cinayet li Zîvala Xezzeyê pêk anîn.
-
Rêberê Giranqedr ê Şoreşê: Hizr û ramana Besîcî sedema sereke ya têkbirina pîlanên îstikbarê ye
Tesrîn 25, 2024 17:06Rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî li hevdîtina bi hezaran kes ji çîn û qatên curbicur ên Besîcî yên Îranê bal kişand ser wê yekê ku mekteb û hizr û ramana Besîcî ser du bingehên baweriya bi Xwedê û bawerkirina xwe hatiye avakirin û diyar kir: Ev du taybetmendiyên herîbaş dê bibin sedema têkbirina siyaset û pîlanên îstikbara cîhanî bin.
-
Zêdebûna hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê bo 44 hezar û 235 kesî
Tesrîn 25, 2024 14:10Hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê ji destpêka destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser vê zîvalê ji 7`ê Cotmeha sala 2023`an ve heta niha gihêştiye 44 hezar û 235 kes û hejmara birîndaran jî rabû 104 hezar û 638 kesî.
-
Pederson: Nabe Sûrîye kaşî nav pevçûnên li herêmê bê kirin
Tesrîn 24, 2024 15:16Şandîyê Taybet ê Sersekreterê NY bo Sûrîyê pêgirî kir ku pêwîst e şerê li Libnan û Xezzeyê were sekinandin û Sûrîye kaşî nav gêre û pevçûnên li navçeyê neyê kirin.