-
Erdogan: Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir biavêjin
Tebax 20, 2022 05:50Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: "Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir biavêjin. Dema em van gavan biavêjin li vê erdnîgariya ku cîranên me alema Îslamê ye em ê gelek lîstikan xera bikin."
-
Roket li derdora baregeha Amerîkayê ya li Sûriyê ket
Tebax 20, 2022 04:30Hin jêderan raporên nepiştrastkirî yên ketina rokêtekê li nêzîkî baregeha Amerîkî li qada petrolê ya El-Omer li Dêrazorê ya Sûriyê belav kirin.
-
Êrîşên El Nûsra li ser herêmên kêmkirina rageşiyê yên Idlibê li Sûriyê
Tebax 18, 2022 18:10Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê der barê êrîşên koma têrorîst a El-Nusrayê ya li ser herêmên kêmkirina rageşiyê yên li Idlibê ya Sûriyê agahî da.
-
Îdiayên Tirkiyê û HSDê derbarê şer û pevçûnên li dijî hevdu li bakurê Sûriyê
Tebax 18, 2022 17:36Wezareta Parastinê ya Tirkiyê îdia dike ku artêşa vî welatî 9 endamên HSD û PYDê li bakura Sûriyê kuştin. Lê belê HSD ev îdia Tirkiyê red kir û ragihand ku hêzên HSDê di bersiva êrişên artêşa tirk 7 leşkerên Tirkiyê kuştin.
-
Di 5 rojan de 398 tankerên petrolê yên Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve hatin dizîn
Tebax 18, 2022 12:13Hêzên Amerîkî ji roja Pêncşema borî ve 398 tankerên petrolê yên Sûriyê dizîn daku bişînin bingehên xwe li Iraqê.
-
Tirkiyê baregeheke serbazî ya artêşa Sûriyê bombebaran kir, 11 leşker kuştin
Tebax 16, 2022 18:09Rêwangeha Sûrî bo Mafên Mirovan eşkere kir, di êrîşeke balafirên şer ên Tirkiyê de bo ser baregeheke serbazî ya artêşa Sûriyê, 11 serbaz hatin kuştin.
-
Li Rihayê 2 leşkerên Tirkiyê hat kuştin û 4 leşker birîndar bûn
Tebax 16, 2022 17:53Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, li ser sînorê Sûriyê di encama êrîşekê de 2 leşkeran canê xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûne.
-
pêgîrîkirina Partiya Netewperest a Tirkiyê li ser diyaloga bi Şamê re
Tebax 16, 2022 14:23Partiya netewperest a MHPê wek hevalbendê sereke yê AKPê li hikûmeta Tirkiyê xwest ku hikûmet bi Şamê re dest bi diyalogê bike.
-
HDP dixwaze derbarê tawanên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” li Sûriyê lêkolîn were kirin
Tebax 16, 2022 10:06HDP ji parlemana Tirkiyê daxwaz dike, lêkolîn di warê tawan û binpêkirinên ku li Sûriyê ji aliyê çeteyên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de ya ku Tirkiye piştevaniya wan dike, bên kirin.
-
Nerazîbûna Tirkiyê li hember proseya siyasî ya Sûriyê
Tebax 16, 2022 07:19Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, ku di proseya siyasî ya Sûriyê de ti pêşketin nedîtine.