-
Emîr-Ebdullahiyan: Îran lihevkirineke baş dixwaze
Tesrîn 09, 2021 15:31Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li peywendiyeke telefonî bi wezîrê karên derve yê Fransayê re, tekez kir: Îran dixwaze bigihêje rêkeftineke baş.
-
Wezîrê Derve yê Awûstûryayê: Em piştgiriyê didin danûstandinên encamdar ên Rêkeftina Navokî
Tesrîn 06, 2021 16:07Wezîrê Derve yê Awusturyayê li hember rêkeftina lidarxistina gera nû ya gotûbêjan li ser jinûve destpêkirina Rêkeftina Navokî diyar kir ku hikûmeta Viyenê wek mazûvan piştevaniya serkeftina encamên gotûbêjan dike.
-
Îdiaya Grossî derbarê astegiya çavdêrîkirina navendên navokî yên Îranê
Tesrîn 05, 2021 12:40Rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê Rafael Grossi îdia kir ku çavdêrîkirina navendên navokî yên Îranê zehmet bûye.
-
Xetîbzade: Erka Biden ew e ku civaka navdewletî qayil bike ku îmza wî watedar
Tesrîn 02, 2021 12:41Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, sibeha sêşemiyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku Joe Biden serokomarê Amerîkayê berpirsiyar e ku civaka navneteweyî ji wan hemû endamên Rekeftina Navneteweyî ya Navokî qayil û razî bike ku îmzaya wî bi rastî watedar û bi nirx e.
-
Biden: Dîplomasî baştirîn rê ye jibo rûbirûbûna bi Îranê re
Tesrîn 01, 2021 14:26Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê hevdîtina xwe ya li gel serkirdeyên her sê welatên Ewropayê de got: Dîplomasî baştirîn rê ye ji bo rûbirûbûna bi Îranê re.
-
Baqiriyê Kenî: Civîna di gel Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê erênî û bibandor bû
Çirî 30, 2021 05:50Alîkarê siyasî yê Wezareta karên derve ya Îranê qala lidarxistina civîna erênî û bibandor di gel Alîkarê wezîrê derve yê Rûsiyê kir.
-
Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê îdiayên li dijî Îranê tîne ziman
Çirî 29, 2021 08:57Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê bi îdiayên dijî Îranê û bêyî ku behsa sabotajên Koşka Spî bike, îdia kir ku dema vegerîna Îranê bo Rêkeftina Navokî ne diyar e.
-
Gotûbêja Blinken û Grossi li ser bernama nukleerî ya Îranê ya aştiyane
Çirî 20, 2021 14:11Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di hevdîtina bi Birêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê(IAEA) Rafael Grossi de got: "Waşîngton piştgiriya mîsyona IAEA`yê ya şopandina rastiyê derbarê girtina pêşiya çêkirina çekên navokî li Îranê de dike."
-
Sê welatên Ewropî: Serdana Enrique Mora bo Îranê serdanek pir hesas e
Çirî 14, 2021 06:50Dîplomatên Brîtanya, Almanya û Fransayê di daxuyaniyekê de gotin ku serdana Enrique Mora, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Derve yê Ewropî, di rewşek hestyar de di nav hewildanên vejandina danûstandinên navokî bi hêzxurtên cîhanî re pêk tê û weke sefereke normal nayê hesibandin.
-
Tekeziya Îran û Rûsiyê ser berfirehkirina hevkariyan
Çirî 06, 2021 09:37Wezîrên derve yên Îran û Rûsiyê li ser berfirehkirina hevkariyan tekez kir.