-
Êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê
May 20, 2025 09:40Di encama êrişên cinayetkarane yên siyonîstan ser Xezzeyê 87 kes şehîd bûne û bi dehan kes jî bê ser û şûn bûne.
-
Hejmara şehîdan li Xezzeyê jorda çû Qessamê ser rêya eskerên sîyonîst kemîn danî
May 19, 2025 16:05Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên buhurî da zêde ji 500 filistînî di encama êrişên sîyonîstan da hatine şehîdkirin û birîndarkirin û bi vî awayî hejmara şehîdên jînosayda li vê herêmê rabû 53 hezar û 486 kesî.
-
Berpirsekî filistînî: Rejîma Israyîlê ji nexweşxaneyan jî tolê distîne
May 19, 2025 12:05Ser-rêvebirê nexweşxana Şifa li Xezzeyê got ku Rejîma Sîyonîst êrişî nexweşxaneyan dike ta ku pêşîya dermankirina nexweşan bigire.
-
Xwenîşandana girseyî li Londonê li salvegera dagirkirina Filistînê
May 18, 2025 13:52Londona paytexta Inglîzê, bû meydana xwepêşandanên berfireh ji bo hevgirtina bi gelê filistînî li Xezzeyê û şerê jînosaydê yê rejîma dagirker li vê herêmê û dijberiya li himber hewldana hikûmeta Inglîzê ji bo pergalkirina vê rejîmê bi çekên wêranker.
-
Xwekuştina 7 leşkerên Rejîma Siyonîst
May 18, 2025 12:44Medyaya Rejîma Siyonîst ragihand ku ji destpêka sala 2025an ve heft leşkerên dagirker ji ber encamên psîkolojîk û rewanî ji ber dewama şerê Xezzeyê xwe kuştine.
-
Berdewamiya êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê
May 18, 2025 11:40Bi berfirehbûna komkujiya sivîlan li bakurê zîvala Xezzeyê nexweşxane di bin dorpêçê de ne û rê li ber gîhandina bo navçeyê tê girtin.
-
Zarokên Xezzeyê li ber metirsiya mirinê di encama bombebaran û birçîbûnê
May 18, 2025 09:33Sindûqa Zarokan a NY (UNICEF) di daxuyaniyekê de tekez kir: Zarokên Xezzeyê ne tenê ji ber bombebaranê bi mirinê re rû bi rû ne, belku jiyana wan ji ber birçîbûn, nebûna lênêrîna Pizişkîû belavbûna nexweşiyan ji ber kêmasiya ava vexwarinê bi mirinê re rû bi rû ye û Ji aliyê din ve, şandina alîkariyên mirovî bo vê herêmê ne pêkan e.
-
Pêgirîya NY ser pêwîstîya sekinandina şerê Xezzeyê û alîkarîya lezgîn
May 17, 2025 14:44Komîserê Pillebilind ê NY di Mafên Merivan da derbara ramalîna nijadî ya li Xezzeyê ya di encama berdewambûna êrişên gian ên Rejîma Sîyonîst da hişyarî da û xwest ku êriş bên sekinandin û alîkarîyan bigihînin Zîvala Xezzeyê.
-
Şehîdkirina 153 filistînîyên din li Xezzeyê
May 17, 2025 11:44Di encama berdewambûna êrişên hovane yên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da, hejmara şehîdan li vê navçeyê ji 7ê Cotmeha 2023yê va heta nika rabû 53 hezar û 272 kesî.
-
Xwenîşandanên berfireh li Londonê ji ber piştgîriya bi çekan a Îngilîsê ji Rejîma Siyonîst
May 16, 2025 16:45Hevgavê destpêbûna civîna muhakimeya ji bo şopandina dozeka hiqûqî ku hikûmeta Îngilîsê tawanbar dike di binpêkirina qanûnên navnetewî de bi rêya hinardekirina têkeyên leşkerî bo Rejîma Siyonîst, tevî ku di êrişên ser Xezzê de nayên bikaranîn, beşdar bûye, xwenîşandanên berfire li Londonê hatin lidarxistin.