Xwekuştina 7 leşkerên Rejîma Siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i354729-xwekuştina_7_leşkerên_rejîma_siyonîst
Medyaya Rejîma Siyonîst ragihand ku ji destpêka sala 2025an ve heft leşkerên dagirker ji ber encamên psîkolojîk û rewanî ji ber dewama şerê Xezzeyê xwe kuştine.
(last modified 2025-05-18T11:32:45+00:00 )
May 18, 2025 12:44 Asia/Tehran
  • Xwekuştina 7 leşkerên Rejîma Siyonîst

Medyaya Rejîma Siyonîst ragihand ku ji destpêka sala 2025an ve heft leşkerên dagirker ji ber encamên psîkolojîk û rewanî ji ber dewama şerê Xezzeyê xwe kuştine.

Rojnameya Îbrî ya Haaretz  ê ragihand ku  Artêşa Rejîma  Siyonîst ji destpêka şerê Xezzeyê ve gelek leşkerên  xwe ji ber xwekuştinê ji dest daye û kesên hanê bêyî merasîmên leşkerî an jî ragihandineke fermî têne veşartin.

Tora Kan a Rejîma Siyonîst her wiha eşkere kir ku hejmarek leşkerên têpa  peya a artêşa dagirker de ji fermandên xwe xwestine ku beşdarî şerê Xezzeyê nebin ji ber ku ew ji ber şerê berdewam  westiyane û  şiyana wan kêm bûye . Medyaya siyonîst krîza rewanî a di nav refên hêzên dagirker de eşkere kir û ragihand ku ji destpêka şerê Xezzeyê di Cotmeha 2023an de 35 leşkerên artêşa Îsraîlê hewl dane xwe bikujin.