-
Dewleta Tirkiyê komeke penaberên sûrî şand herêmên dagirkirî
May 14, 2022 15:54Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê ragihand ku hikumeta Tirkiyê beşa yekemîn a penaberên sûrî di deriyê sînor ê Girê Spî re derbasî herêmên dagirkirî yên Sûriyê kiriye.
-
Li Amedê 20 penaber hatine dersînorkirin
May 12, 2022 17:13Ji aliyê Fermandarîya cendirmeyan a Bajarê Amedê ve hatiye ragihandin ku li vî bajarî, 18 penaberên Afganistanî û 2 jî penaberên Pakîstanî tevahî 20 penaberên ku di rêyên qaçaxî de hatine Amedê hatine girtin.
-
Li Fas bota koçber û penaberan noqî avê bû: 44 kes mirin
May 10, 2022 21:52Bota (qayiqa) penaberên ji bajarê Ebû Xater a li perava Atlantîk a Fas anku Maroko ku dixwestin derbasî giravên Kanarya yên Spanyayê bibin noqî avê bû û herî kêm 44 koçber û penaberan jiyana xwe ji dest dan.
-
64 penaberên Sûrî ji destê qaçaxçiyan hatin rizgarkirin
Nîsan 22, 2022 17:25Polîsê Yunanistanê ragihand ku wan 64 penaberên Sûrî yên ku li ser sînorê Yunanistanê û Tirkiyê girtî bûn, rizgar kirin.
-
Serokê CHPyê: Bila hejmara penaberan ku nasnameya Tirkiyê wergirtine bê eşkerekirin
Nîsan 12, 2022 11:49Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dixwaze hejmara wan penaberan eşkere bike ku nasnameya Tirkiyê wergirtine û dipirse, ew tedbîrên emnî çi ne bo piştrastbûna ji wan penaberên we nasname daye wan?
-
NY: Heta niha miliyonek ji welatiyên Ukraynê koçber bûne
Adar 04, 2022 16:17Ajansa Penaberan a Netewên Yekbûyî dibêje, di nava heftiyeke şer û pevçûnên navbera Rûsya û Ukraynê de yek milyon kesan axa Ukraynê bicî hiştine.
-
NY: Zêde ji 120 hezar kesî ji Ukraynê derketine
Sibat 26, 2022 16:32Ajansa Penaberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandiye ku heta niha zêdetirî 120 hezar ukraynî ji dema destpêkirina şêrr ji Ukraynê derketine û berê xwe dane welatên cînar.
-
Berdewamiya rûbirûbûna Atînayê bi Tirkiyê re
Kanûn 20, 2021 18:38Yewnanîstan dibêje ku ew dorhêla xwe ya sînorî ya bakur-rojhilatê li ser sînorê bi Tirkîyê re dirêj dike da ku rê li ber penaxwazan bigire ku bi rêyên neqanûnî ji Tirkiyê derbasî Yewnanistanê bibin.
-
Qeyrana penaxwazan û daxwaza Fransayê ji Yekîtiya Ewropayê
Kanûn 10, 2021 10:12Serokomarê Fransayê wek berteka li hemberî mijara koçberiya penaxwazan, daxwaza pêkanîna mekanîzma berteka awarte ji aliyê Yekîtiya Ewropayê va kir.
-
Erdogan Yewnanîstanê rexne dike
Mijdar 13, 2021 17:17Serokomarê Tirkiyê duhî rexne li helwesta Yewnanîstanê girt û got: "Tirkiye weke sedema krîza penaberan bihesibînin qedir nezanî ye."