-
Xwenîşandanên li Parîsê ji bo protestokirina peymana digel Rejîma Siyonîst
Çile 26, 2025 16:29Bi hezaran hemwelatiyên Firansî li xwenîşandanekê li Parîsê daxwaza betalkirina hevhatinameyên Ewropayê bi Rêjîma Siyonîst re kirin. Çend nûnerên Civata Neteweyî ya Firansayê û Parlimana Ewropayê û rêxistinên mirovdostane û hiqûqî jî beşdarî vê xwenîşandanê bûn.
-
Îsraîl dijî vegera awaryan bo bakûrê Xezzê ye
Çile 26, 2025 14:29Awareyên Filistînî yên li Zîvala Xezzê ku îro dixwestin vegerin bakurê Xezzeyê, rastî nerazîbûna dagirkerin ve hatin. Berdevkê artêşa Rejîma Siyonîst îro gotiye ku mêhwera Nêtsarîmê wê tu carî ji bo awareyên ku dil hene biçin bakurê Zîvala Xezzê neyê vekirin.
-
Pêhişyariya Iraqê derbarê bihêzbûna DAIŞ`ê li Sûriyê
Çile 26, 2025 13:39Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, îro danê sibê bi armanca gotûbêjkirina pirsên ewlehî û aborî giheşte Iraqê û li gel hevtayê xwe yê iraqî ser rewşa ewlehiyê û hebûna terorîstên DAIŞ`ê li sînoran û çalakiyên PKK`ê li Iraqê gotûbêj kir.
-
Gotinên Tad Hîkî, henekbêjê navdar ê îrlendî li ser Îranê
Çile 26, 2025 12:55Tad Hîkî, henekbêjê navdar ê îrlendî, di bernameya Sibeh ya Pirêss TV`yê de basa sefera xwe yao Îranê kir û got: Digotin, ji xwe miqat be, Îran welatekî xeternak e, lê rastiya Îranê dûrî wan gotin û îmajekê ye ku welatên rojavayî bi medyayên xwe pêk anîne, ez li Îranê da welatê ji welatê xwe jî zêdetir ewlehiyê his dikim.
-
3 otobusên tijî 114 hêsîran bi pêşewziya gel gihêştin nav Ramullahê
Çile 25, 2025 13:56Koma duyemîn a girtiyên filistînî di çarçoveya qonaxa duyemîn a pevguhertina girtiyan bi Rejîma Siyonîstî re ji girtîgeha Neqebê hatin berdan û çavkaniyên nûçeyan derbarê giheştina karwaneke hêsîrên filistînî bo bajarê Ramullahê agahî dan.
-
Şewata vê dawiyê, meydana nû ya dijberiya partiya desthilatdar û opozisyona Tirkiyê
Çile 25, 2025 13:48Şewata vê dawiyê, li yek ji navendên xuşxuşokê li yên Tirkiyê ne tenê karesateke mirovî bû , belku bûye qada dijberiya siyasî ya di navbera partiya desthilatdar û opozîsyonê de.
-
Xitimîna muzakireyên tevlîkirina çekdaran di nav artêşa nû ya Sûriyê da
Çile 23, 2025 16:11Tevî xweşbîniyên destpêkê li ser tevlîkirina komên çekdar di nav artêşa nû ya Sûriyê da, li gorî nîşaneyan ev muzakire dixitimin, heta vê astê ku wezîrê berevaniyê yê HTŞ`ê neçar maye bi devkî gef bixwe.
-
Pêla nû ya agirpêketinên Amerîkayê û lawaziya di wemirandina wê de
Çile 23, 2025 16:02Şewata giran a Losancilêsê li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê ku du hefte berê destpê kiribû, ne tenê nayê temirandin, belke pêlek nû ya şewatê destpê kiriye ku hişyarî hat dayîn bi hezaran kes careke din ji cih û warên xwe derbikevin û lawaziya kontrolkirina vê şewatê pêleke nerazîbûna xelkê Amerîkayê bi dû xwe ve aniye.
-
Dûhatên xirabe agirbesê jibo Rejîma Siyonîstî û Amerîka
Çile 18, 2025 16:20Raporek derbarê Dûhatên xirabe agirbesê jibo Rejîma Siyonîstî û Amerîka tê pêşkêşkirin.
-
Hamas: Me dagirker neçar kirin ku dest ji destdirêjiyê berdin
Çile 18, 2025 13:00Tevgera Hemasê tekez kir ku dijminê siyonîst negihêşt armancên xwe û neçar ma ku destdirêjiya xwe rawestîne.