-
QSD: 23 dîlên din ji destê çeteyên DAIŞê hatin rizgarkirin
Çile 26, 2022 06:48QSD'ê ragihand di 17 karmendên din ên girtîgehê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dîlgirtin, hatin rizgarkirin.
-
DAIŞiyên hatine girtin: Plana êrişa Hesekê li Serê Kaniyê hatiye amadekirin
Çile 25, 2022 08:23Berdevkê berdevkê rêxistina kurdên Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê ragihand ku plana êrişa li ser Hesekê, li bajarê Serê Kaniyê hate danîn ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.
-
HSD: 300 terorîstên DAIŞ'ê xwe teslîm kirin
Çile 25, 2022 06:39HSD'ê ragihand ku 300 terorîstên DAIŞ'ê yên ku di girtîgehê de bûn, xwe teslîm kirin û çekên xwe radest kirin, her wiha 8 terorîstên din ên DAIŞ`ê jî hatin kuştin.
-
HSD: Terorîstên DAIŞê di nav girtîgehê de bi sedan zarok wek mertala zindî bikar tînin
Çile 24, 2022 13:22Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bang li Netewên Yekgirtî û Xaça Sor a Navdewletî dike da ku destêwerdanê bikin û zarokên ku ji aliyê DAIŞê ve wek mertalên mirovî tên bikaranîn, rizgar bikin.
-
HSD: Di şer û pevçûnên Hesekê de 175 terorîstên DAIŞê û 27 şervanên HSDê hatin kuştin
Çile 24, 2022 06:21Fermandariya Giştî ya HSDê duh bîlançoya 3 rojan a şer û pevçûnên li Hesekê aşkere kir û ragihand, di şer û pevçûnên li derdora girtîgeha Sinaa ya Hesekê de 175 terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin û 27 şervanên HSDê jî jiyana xwe ji dest dane.
-
Li Hesekê qedexa giştî, li herêmên din jî qedexeya sînordarkirî hat ragehandin
Çile 24, 2022 05:40Teşkîlat kurdên Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser ji bo parastina ewlehiya herêmê, qedexeya giştî li Hesekê û qedexeya sînordarkirî li herêmên din ên di kontrola vê teşkîlatê de ragihand.
-
Şerê dijî çeteyên DAIŞê li Hesekeyê berdewam e
Çile 23, 2022 13:22Şerê dijî terorîstên DAIŞê di girtîgeha Hesekeyê de ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve bi piştîvaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji roja Îna borî ve berdewam e.
-
Zêdan El-Asî: Hêzên me girtîgeh û taxa Xiwêran bi temamî kontrol kir
Çile 22, 2022 07:14Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê an bi navê "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" Zêdan El-Asî got, girtîgeha Sînaa û taxa Xiwêran bi temamî di destê hêzên wan de ne û diyar kir ku şer heta vê kêliyê berdewam e.
-
Mezlûm Ebdî: Hêzên me bersiva êrişên DAIŞ'ê da û piraniya DAIŞ'yên reviyayî girtin
Çile 22, 2022 05:40Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku DAIŞ'ê piraniya şaneyên xwe kom kirin da ku êrişî girtîgeha Hesekê bikin û got: "Hêzên me bi alîkariya koalîsyonê bersiva êrişê da û piraniya revandî girtin."
-
HSD: Li derdora girtîgeha Xiwêran 89 çeteyên DAIŞê hatin girtin
Çile 21, 2022 11:50Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wê yên taybet, hewldaneke revîna komî ya çeteyên DAIŞ`ê têk bir û li derdora girtîgeha Xiwêran a Hesekeya Sûriyê 89 çete girtine.