Li bakura rojhilatê Sûriyê nêzîkî milyonek û 200 hezar kes li herêma Hesekê û derdora wê ji 17 rojan ve bê av in.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê ragihand ku 120 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine.
Biryara qedexekirina giştî ya derketina derve li bajarên Qamişlo, Hesekê, Reqa û Tebqayê dest pê kir.
Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê hûrgulyên biryara qedexeya derketina derve ya giştî ya 10 rojan a li ser bajarên Hesekê û Qamişlo eşkere kirin.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 113 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 6 kesên din jî jiyana xwe ji dest da.
Artêşa Tirkiyê li gundê Seyda li bakurê Eyn Îsayê li parêzgeha Reqayê baregeheke leşkerî ya nû ava kir.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 190 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketin û 5 jî ji kesên pêketî mirin.
120 malbat xwe amade dikin bo ji Kampa Holê derkevin, piştî ragihandina destpêşxeriya Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) ev yekemîn nifş e dê derkeve. Ev malbat hemî ji herêma Dêrazorê ne.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 4 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest daye û 88 kes jî bi korona ketine.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku du kesan ji nav nexweşiyên koronayê jiyana xwe ji dest daye û anî ziman ku 131 kesên din bi koronayê ketine.