-
Geştên esmanî di navbera Iraq û Tirkiyê de destpê dikin
Çirî 15, 2020 11:56Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê ragihand, ji îro Pêncşemê ve geştên esmanî yên di navbera Iraqê û Tirkiyê de destpê dikin û destpêkirina geştên esmanî Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.
-
Li Herêma Kurdistanê 912 kesên din bi koronayê ketin
Çirî 15, 2020 05:14Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên bihorî yên Koronayê belav kir û dibêje, 912 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketine û 20 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
-
Daxuyaniyab PKK'ê: "Mafê kesên ku Êzdî bi tenê hîştin tune ku PKK wek hêzeke nerewa bizanin"
Çirî 14, 2020 13:50Konîteya pêwendiyên derveyî ya KCKê bi daxuyaniyekê derbarê lihevkirina hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê derbarêçarenûsa Şengalê, ji vê lihevkirinê û armancên wê rexne kir.
-
Berpirsê şengalî: 'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê'
Çirî 14, 2020 05:05Cîgerê Heverokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm biryara ku di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Şengalê hat girtin nirxand û got: “Ger Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) careke din vegere Şengalê wê bibe cara 3’yemîn ku xiyanetê li gelê Şengalê dike. PDK'ê gelê me tenê hişt û reviya. Çawa dibe ku dibêje em ê carek din bikevin Şengalê?”
-
Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Kuweytê tekezî li pêşxistina peywendiyan kirin
Çirî 13, 2020 20:27Îro Sêşemê 13ê Cotmeha 2020an, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Kuweytê kir û li Koşka El Beyan li gel Şêx Newaf el Ehmed el Subah Mîrê Kuweytê civiya. Di vê hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Kuweytê derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Kuweytê de gotûbêj kirin.
-
Îro deriyê perestgeha Laleşê bo ziyaretkaran hat vekirin
Çirî 13, 2020 20:08Berpirsê ragehandina perestgeha Laleşê diyar kir, îro 13.10.2020ê careke din li gor rênmayiyên hikûmeta herêma Kurdistanê yên ji bo xweparastina ji vîrusa korona deriyê perestgeha Laleşê hate vekirin.
-
Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li ser çend xalan li hev kirin
Çirî 13, 2020 19:41Şanda Wezareta Pêşmerge û berpirsên Wezareta Berevaniya Iraqê li ser çend xalan li hev kirin.
-
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê: 22 kesên din bi Koronayê mirine
Çirî 13, 2020 19:28Wezareta Tendirustî Herêma Kurdistanê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kir 22 kesên din bi Koronayê mirine û 900 kes jî bi Koronayê ketine.
-
Serokê Herêma Kurdistanê çû Kuweytê
Çirî 13, 2020 18:56Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûye Kuweytê.
-
Xelkê Şengalê dijî hevhatina vê dawiyê ya Bexda û Hewlêrê xwenîşandan li dar xist
Çirî 12, 2020 05:48Şêniyên Şengalê li dijî lihevkirina vê dawiyê ya navbera dewleta navendî ya Iraqê û Hewlêrê derbarê normalkirina rewşa vê navçeyê xwenîşandanek li dar xistin.