-
Herêma Şehbayê; Mîhrîcana Sema ya 3'yemîn dest pê kir
Çirî 26, 2020 01:12Bi dirûşmeya "Welat yek e, çand rengîn in, em destek bin" Mîhrîcana Sema ya Govendên Gelêrî ya Herêma Efrînê ya sêyemîn dest pê kir.
-
Efrîna dagirbûyî; Teqînek rû da
Çirî 20, 2020 11:07Çavkaniyên sûrî qala teqîna bombeyekê li nêzikî nexweşxaneyeka navenda bajarê Efrînê li parêzgeha Heleba Sûriyê kirin.
-
Têrorîstên girêdayî bi Tirkiyê mal û heyitiyên gundên bakurê Helebê talan dikin
Çirî 20, 2020 07:10Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li parêzgeha Helebê bi daxuyaniyekê cinayetên nû yên komên têrorîst ên ser bi Tirkiyê li bakurê vê parêzgehê aşkira kir.
-
Li Ezaza Sûriyê otomobîla dadwerekî hat teqandin
Çirî 18, 2020 14:04Li bajarokê Ezazê ser bi parêzgeha Helebê, bombeyeke ku di otomobîla dadwerekî de hatibû bicîhkirin hat teqandin û di encam de dadwer bi giranî birîndar bû.
-
Bakûrê Sûriyê; Li Şehbayê dê Mîhrîcana Çand, Huner û Werzîşê pêk bê
Çirî 16, 2020 07:59Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê dê îro Mîhrîcana Amara ya Çand, Huner û Werzîşê li dar bixe. Li Herêma Şehbayê ev cara yekemîn e ku mîhrîcaneke çandî li dar dikeve.
-
Li Helebê şevbêrkeke helbestan bi kurdî û erebî
Çirî 14, 2020 08:43Bi armanca pêşxistina buhreyên wêjejî û helbestan ên nifşê nû, Mallbenda Heleb a Rewşenbîrî bi beşdarbûna 9 hezkiriyên helbestan şevbêrkeke helbestan li dar xist.
-
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundên herêm
Çirî 05, 2020 11:43Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve, gundên Efrîn û bakurê Helebê yên di destê YPGê de ne, dan ber topan.
-
Sûriye; Li Helebê turnoveya futbolê
Çirî 04, 2020 05:29Yekitiya Werzîşê ya taxê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi beşdarbûna 20 tîman turnoveyeke fotbulê da destpêkirin.
-
'Dewleta Tirkiyê hewil dide herêmên dagirkirî ji Sûriyê qut bike'
Îlon 16, 2020 06:30Hawar News: "Siyasetmedar û rûspiyên Ereb teqez kirin ku Dewleta Tirkiyê hewil dide herêmên bakurê Sûriyê yên ku dagir kirine bike wîlayetên xwe û ji axa Sûriyê qut bike. Her wiha diyar kirin ku divê Neteweyên Yekbûyî di wê derbarê de biryaran bistîne. Ji ber ku êdî Dewleta Tirkiyê li ser dewletên Ewropî û gelê herêmê bûye metirsiyeke mezin."
-
Ji ber teqîna erebeyê li Heleba Sûriyê, kesek hat kuştin
Îlon 05, 2020 19:50Ji ber teqîna erebeya bombekirî li parêzgeha Heleba Sûriyê, kesek hat kuştin û sê kes birîndar bûn.