-
Polîsên Tirkiyê li Stenbolê di hefteyekê de 3 ciwanên HDP’ê revand
Tebax 30, 2020 23:02Meclîsa Ciwanan a Stenbolê ya HDP’ê diyar kir ku di vê hefteya dawîn de sê endamên wan hatine revandin û sîxurtî li ser wan hatiye ferzkirin.
-
Hevserokê HDP'a Mûşê Yîgît hat girtin
Tebax 27, 2020 11:01Hevserokê HDP'a Mûşê Abdulbarî Yîgît û du kesên din hatin girtin. Hevserokê HDP'a Mûşê Abdulbarî Yîgît û Şaban Atilgan û Guler Bîngol ku di 15'ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin û hatibûn berdan, carin hatin binçavkirin.
-
Parlamenterê HDPê derbarê pandemiya Koronayê li Êlihê hişyarî da
Tebax 23, 2020 09:33Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dr. Necdet Îpekyuz derbarê belavbûna vîrusa koronayê de hişyarî da û ragihand ku ji meha Hezîranê ve haletên pêketina vîrusên koronayê zêde dibin û got: “Hejmara haletên koronayê têne veşartin û ji ber wê yekê ti planeke baş bo rêgirtina li ber belavbûna koronayê nayê danîn.”
-
Li Dîlokê - Qurbaniyên komkujiya DAIŞ’ê pêk anî hatin bibîranîn
Tebax 22, 2020 03:02HDP’ê di salvegera Komkujiya Beybahçe ya li Dîlokê ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat bîranîn li dar xist û 40 jê zarok 56 qurbaniyan bi bîr anî.
-
Polîsan Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Yîgît binçav kirin
Tebax 16, 2020 12:00Polîsan, duh serê sibehê li navçeya Kopê bi ser malan de girt û Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Abdulbahrî Yîgît binçav kirin
-
Polisên Tirkiyê li Edene 13 ciwan desgîr kirin
Tebax 07, 2020 10:59Li Edene di encama operasyona li dijî partiyên piştgirê mafên kurdan de polîsên Tirkiyê 13 ciwan hatin destgîr kirin ku endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û MP'yê Ferhat Kalkan jî di nav de bû.
-
Wezîrê Ragihandinê yê Tirkiyê: "Kurdî ne zimanê hevpar e"
Tebax 04, 2020 15:42Mebûsa HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay pirsiyarnameyek da Wezîrê Ragihandinê yê Tirkiyê û jê pirsa çima anons bi kurdî nayê kirin kir û xwest ku di balafir, trên û amûrên ragihandinê yên wekî wan de kurdî jî ligel zimanên din bê bikaranîn.
-
Meclîsa Jinan a HDP’ê: Têkoşîna jinên êzidî têkoşîna me ye
Tebax 04, 2020 08:57Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî Komkujiya Şengalê daxuyanî da û got: “Em jin, berxwedan û têkoşîna jinên Êzidî yên ku tevî hemû zilm û îşkenceyê li wan hatin kirin li ser piyên xwe man, careke din silav dikin. Têkoşîna wan, têkoşîna me ye.”
-
Ahmet Turk: Modela qeyûm hilweşiya
Tîrmeh 31, 2020 14:15Têkîldarî operasyonên bertîlxwarin, bêûsilî û sextekariye de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û ji peyvirê girtin, nirxandin kir û got: "Modela qeyûm êdî têk çû û hilweşiya."
-
HDP’ê nerazîbûn nîşa destgîrkirinê da: Li dijî jinan şer dane destpêkirin
Tîrmeh 26, 2020 17:10Meclîsa Jinan a HDP’ê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina ESP’î û SKM’ê da û bal kişand ku desthilata AKP-MHP’ê li dijî jinan şer daye destpê kirin û banga ‘Em bi hev re dengê xwe bilind bikin’ kir.