-
Demîrtaş daxwaza pêdaçûnê ji HDPê dike
Adar 22, 2021 15:50Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ji medya biyanî re axivî û behsa hewlên daxistina HDPê û armancên li pey vê yekê kir û tekez kir, “Hewla girtina HDPê êrişek e li dijî hemû opozisyonê.” Demîrtaş herwiha got, divê HDP jî pêdaçûnekê bike.
-
Cejna Newrozê îsal jî li bajarên kurdan ên Tirkiyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Adar 22, 2021 09:54Kurdên Tirkiyê îsal jî her wek salên berê li bajar û gundên kurdnişîn ên seranserê vî welatî Cejna Newrozê bi girseyî û coşeke mezin pîroz kirin.
-
Demîrtaş: Alîgirên HDPê encama hilbijartinê diyar dikin, ne avahiya ku hûn digirin
Adar 21, 2021 08:35Selahedîn Demîrtaş bi weşandina çend twittan berteka nîşanî daxwaza hilweşandina HDP da.
-
HDPê jibo ku Cejna Newrozê bibe bêhnvedana fermî pêşniyarqanûnek da parlemana Tirkiyê
Adar 20, 2021 10:51Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Murat Sarisaç ji bo 21ê Adarê Cejna Newrozê bibe bêhnvedana fermî pêşniyara qanûnê da.
-
Operasiyona dijî HDP'ê: Li Stenbolê 8 çalakvanên siyasî hatin destgîrkirin
Adar 19, 2021 16:49Di çarçoveya operasyona dijî Partiya demokratîk a Gelan (HDP) de hikumeta Tirkiyê li Stenbolê hevserokên navçeyan ên HDP`ê û endamê Meclisa Rêveber a Navendî ya DBP'ê jî di nav de 8 kes destgîr kirin.
-
Abdullah Gul ji bo HDPê û Gergerlîoglu daxuyanî da
Adar 19, 2021 00:16Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul di derbarê doza girtina HDPê û hilweşandina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu da got “Hilweşandina parlamenteriya Gergerlîoglu û vekirina doza girtina HDPê pir xelet dibînim”
-
Amerîka: Xistina parlamenteriya Gergerlîoglû weke ‘têk birina demokrasiyê’ li Tirkiyê ye
Adar 18, 2021 15:41Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê xistina parlementeriya Omer Gergerlîoglû yê HDP’î û vekirina doza girtinê ya li HDP’ê weke “bi awayekî neheqî vîna hilbijêr tune hesibandin” û “têk birina demokrasiyê” bi nav kir.
-
Hevserokên HDP: Doza girtina HDPê derbeyek nû ye
Adar 18, 2021 09:39Hevserokên HDPê Buldan û Sancar di derbarê doza girtina partiya xwe daxuyaniyek dan û ragihandin ku “Doza girtina HDPê li dijî demokrasiyê derbeyeke nû ye.”
-
Hikûmeta Tirkiyê dixwaze HDPê bigire
Adar 18, 2021 09:09Li gorî daxwaza hikûmeta AKP-MHPê ya Tirkiyê serdozgerî Komarî yê Dadgeha Bilind, bi daxwaza girtina HDPê li Dadgeha Destûra Bingehîn doz vekir. Dozname bo Dadgeha Bilind hat şandin.
-
Omer Ocalan: Divê tavilê hevdîtin bi "Abdullah Ocalan" re werin kirin
Adar 16, 2021 13:39Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan da zanîn ku ji ber rewşa tenduristiya "Abdullah Ocalan", rêberê PKK'ê bi fikar in, divê tavilê bihêlin ku pê re hevdîtinê bikin. Wî her wiha daxwaznameyek da Wezareta Edaletê ya Tirkiyê.